Hevşaredaran bi Sekreterê Giştî yê TBB'ê Yildiz û heyeta Şaredariya Gîrnê re hevdîtin kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Sekreterê Giştî yê TBBê Suat Yildiz û Alîkarê Şaredarê Gîrnê Haşim Yucel ku beşdarî civîna UCLG-MEWA bûn, kirin.

Civîna Hevbeş a Lijneya Rêveber û Meclîsê ya Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Rojavayê Asyaya Rojava (UCLG-MEWA) ya lijneya rêveber û meclîsê dewam kir, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun hevdîtin pêk anîn. 

Hevşaredaran mazûvaniya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Suat Yildiz û Alîkarê Şaredarê Gîrneya Qibrisê  Haşim Yucel û heyeta pê re yên ku beşdarî civîna UCLG-MEWA bû, kir.

Piştî civînê Hevşaredaran qedehek bi sifir xêzkirî pêşkêşî Alîkarê Şaredarê Gîrnê Yucel kirin;  Yucel jî diyariyek pêşkêşî Hevşaredaran kir.

Sekreterê Giştî yê UCLG-MEWA Mehmet Duman, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, endamên meclîsê Demet Ceylan û Abdusselam Înceoren jî beşdarî civînan bûn.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31