DÎSKÎ: Divê depoyên avê yên di avahî û sîteyan de salê 2 caran bên paqijkirin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku divê depoyên avê yên di avahî û sîteyan de salê 2 caran bên paqijkirin.

Rêveberê Beşa Tenduristiya Avê û Parastina Newalan a ser bi Serokatiya Saziyên Avê ya Rêveberiya Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalizasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) Îbrahîm Xelîl Yalçin, derbarê paqijkirina depoyên avê yên di avahî û sîteyan de daxuyaniyek da.

Yalçin diyar kir ku piştî rêwîtiyeke 32 kîlometreyî ji Bendava Dîcleyê, av di qonaxên diyarkirî re derbas dibe û di Tesîsa Palandina Avê ya DÎSKÎyê de ku li gorî standardên Ewropayê ye tê paqijkirin û ji bo torên bajêr tê veguhastin.

'Berpirsyariya paqijkirina depoyên avê, li ser rêveberên avahî û sîteyan e'

Yalçin destnîşan kir ku av bi rêkûpêk tê kontrolkirin û wiha got:

"Ji ava ku tê paqijkirin, heta ku bigihîje depoya avahiyan ji torên bajêr, ji cihên diyarkirî yên bajêr nimûne tên girtin. Di nimûneyên ku me heta niha girtine de tu gemarbûneke mîkrobiyolojîk nehatiye dîtin. Li gorî Rêziknameyê Paqijkirin û Dezenfeksiyona Depoyên Avê yên DÎSKÎyê, ava ku ji torên bajêr bo depoyên avê tê veguhastin ne di berpirsyariya DÎSKÎyê de ye. Berpirsyariya depoyên avê yên di xanî, kargehên bazirganî, fabrîqe û avahiyên giştî de; li ser rêveberên van avahiyan e."

'Divê depoyên avê salê 2 caran bên paqijkirin'

Yalçin got ku divê welatî depoyên xwe yên avê bi taybetî di mehên gulan û çiriya paşîn de, salê du caran paqij bikin û wiha axivî: "Depoyên avê yên ku nayên paqijkirin; bi demê re ji ber herî, teqin û bandorên derveyî hêsan dikarin bên gemarî kirin. Di nav ava qirêj de bi demê re bakterî çêdibin. Bakteriyên kolîform, ekolî û enterokok ên ku zêde dibin gelekî xeternak in û dikarin bibin sedema nexweşî û enfeksiyonan. Ji ber vê yekê depoyên avê yên ku nayên paqijkirin, ji aliyê tenduristiya gel ve xetereyeke mezin in."

'Paqijkirina bi rêkûpêk a depoyên avê pêwîst e!'

Yalçin, bal kişand ser girîngiya paqijkirina depoyan û wiha got:

"Carinan ji aboneyên me derbarê kalîteya avê de gilî tên lê dema pisporên me van giliyan lêkolîn dikin, em rastî depoyên avê yên gelekî qirêj tên. Ji bo ava tendurist paqijkirina bi rêkûpêk a van depoyan pêwîst e. Armanca me ew e ku gelê Diyarbekirê berdewamî bigihîje ava paqij û tendurist. Bi demê re di depoyên avê de bakterî, vîrus û mikroorganîzmayên din dikarin çêbibin. Paqijkirin, pêşî li tevlihevbûna organîzmayên ziyandar a bi avê re digire. Di depoyên avê de bi demê re nişte, zeng û qirêjiyên din dikarin kom bibin. Ev kombûn kalîteya avê dadixînin û dikarin xetereyên tenduristiyê çêbikin. Paqijkirina bi rêkûpêk; ji aliyê tam, bêhn û dîtbariyê ve kalîteya avê diparêze. Depoyeke avê ya paqij, dibe sedema ku av bêhtir nû û paqij bimîne. Paqijkirina bi rêkûpêk a depoyên avê, alîkariya parastina malzemeyên depoyê dike û temenê depoyê dirêj dike. Ev jî di demeke dirêj de dibe sedema kêmkirina lêçûnan."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31