Ji ber barana zêde xetên ava baranê hatin paqijkirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber barana zêde li seranserê bajêr xetên ava baranê paqij kirin.

Ekîbên Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û ekîbên Îtfaiyeyê ji ber barîna baranê kontrola xwe li bajêr zêde kir. Ekîban xetên ava baranê yên li seranserê bajêr kontrol kirin da ku xebata wan bi rêkûpêk bimeşe û li hember rewşên muhtemel tedbîrên paqijkirina kelûpelên di xetên ava baranê de girtin.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Îtfaiyeyê, her wiha li xaçerêyên li ser Bulvara Urfayê ku di bin kontrola Midûriyeta Herêma 9emîn a Rêbejayê de ne, li hemberî rîska lehiyê valahiya xetên ava baranê kontrol kirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31