Hevşaredar li Mêrdîn û Batmanê ne: Em qeyûman qebûl nakin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi hevserokên şaredariyên Bajarê Mezin a Mêrdînê û Batmanê re ku qeyûm li ser hatine tayînkirin, hatin ba hev. Hevserok Bucak diyar kir ku tayînkirina qeyûman ne qanûnî ye û got "Em destdanîna qeyûman qebûl nakin."

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî xwepêşandanên protestoyê yên li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Batmanê bûn ku qeyûm lê hatine tayînkirin.

Hevşaredar Bucak, çû Mêrdînê û li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin bi Hevserok Devrim Demir û Ahmet Turk re civiya. Hevserok Bucak di axaftina xwe ya li ber avahiya şaredariyê de got ku îro li vir bi navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi endamên encumenê re, di şexsê hevserokên hilbijartî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de, ji bo protestokirina qeyûmên ku li şaredariyan hatine tayînkirin hatine ba hev.

Hevşaredar Bucak siyaseta qeyûman û têgihiştina siyasî ya ku li ser vê siyasetê israr dike şermezar kir û wiha got: "Ew têgihiştina siyasî ye ku sê dewr e, bi gotinê hêsan 15 sal e dest datîne ser îradeya hilbijartin û hilbijartina Kurdan. Bila ew ên ku dixwazin îradeya hilbijartî ya bajarekî, civakekê sê dewr e desteser dikin, bizanibin ku gelê Kurd li vir li kêleka îradeya xwe ya hilbijartî ye û tu car dev ji têkoşîna xwe bernade."

"Dîsa bila qeyûmên ku li Batman û Halfetiyê hatine tayînkirin û têgihiştina desthilatê ya li pişt qeyûm jî baş bizanin ku hevserokên hilbijartî tenê ji aliyê gel ve dikarin ji kar bên bidûrxistin. Bidûrxistinên we ne qanûnî ne, derveyî qanûnê ne. Wek rewşa ku we welat tê de hiştî ye."

'Divê em bi hêzên demokrasiyê re mil bidin milê hev' 

Bucak bal kişand ser bûyerên ku sibehê li avahiyên şaredariyê qewimîn û got: "Divê ew ên ku îro sibeh bi wesayitên xwe ketin nav şaredariyên me û bi lez û bez wêneyên xwe xistin malperên şaredariyên me şerm bikin. Li vir gelek heye, li vir 20 milyon îrade heye û dengê wan heye. Bi vî awayî em hêrs in û hêrsa me geş e. Helbet em ê li ber xwe bidin, em vê destdanîna qeyûman qebûl nakin."

'Hûn nikarin li ber hêviya gel bibin asteng' 

Hevserok Bucak diyar kir ku di 7 mehên dawî de hemû hevserokên şaredariyên hilbijartî dilê gel qezenc kirine û wiha axivî: "Hevserokên me yên şaredariyê bi vî gelî re mil bi mil meşiyan. Di hemû xebatên ku ev gel 8 sal e jê bêpar maye de hatin ba hev. Hûn nikarin vê bêrêziyê li vî gelî bikin, hûn nikarin li ber şahiya vî gelî bibin asteng, hûn nikarin li ber hêviya vî gelî bibin asteng."

Hevşaredar Hatun li Batmanê ye

Hevserok Dogan Hatun jî, bi Hevserokên Şaredariya Batmanê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik re civiya û li dijî tayînkirina qeyûman bertekek nîşan da.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31