Hevşaredar Hatun: Werin em bi hev re vîna gel biparêzin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên Bajarê Mezin ên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got, "Em bi hev re vîna gel biparêzin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, beşdarî daxuyaniya Rêxistina Parêzgeha Amedê ya Partiya Maf û Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a li Parka Rojava ya navçeya Kayapinarê ya li ser tayînkirina qeyûman a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hat dayîn, bû. Hevşaredar Hatun beriya daxuyaniyê bi welatiyan re govend gerand.

Hevşaredar Hatun: Em li ser vîna xwe ne

Hevşaredar Hatun di daxuyaniyê de bal kişand ser pratîka 8 salan a qeyûman û got, "Em neheqiyê li tu kesî nakin, tu kesî ji rêya wî nahêlin, dest nadin namûs û îradeya tu kesî. Tenê vîna xwe diparêzin. Ji me dûr bimînin. Em hemû li vî bajarî dijîn. Ev 8 sal in em rê û rêbazên qeyûman yek bi yek dişopînin. Me hemû polîtîkayên wan li mala xwe, taxa xwe, bajarê xwe dît. Yên ku qeyûm tayîn dikin, ka qeyûman tev peyveke rast gotiye. Qeyûman tu carî tiştek rast nekir, gotinek rast negot. Îro bêhna kanalîzasyonê ji her derê tê û zarokên me di malên me de jî nexweş dikevin. Ji ber kanalîzasyonên ku 8 sal in nehatine paqijkirin. Me 28 kîlometre kanalîzasyon paqij kir. Em mirovan dewlemend nakin, ne jî hewl didin ku pere qezenc bikin. Hûn jî dikarin alîkariya me bikin, werin em bi hev re îradeya gel biparêzin.”

'Ji bilî xizmetê ti armanceke me nîne'

Hatun da zanîn ku ew tenê dixwazin xizmetê ji gel re bikin û wiha got: “Ji bilî xizmetê ti armanceke me nîne. Her 2 milyon kes gelê me ne, em ê xizmeta her kesî bikin. Qeyûman tu xizmet neanîn; ne xizmeta avê, ne xizmeta rê. Em rast dibêjin. Mafê mirovan heye. Êdî bes e!”

Piştî daxuyaniyê Hevşaredar Hatun beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31