Hevşaredar Bucak: Em ê doza Narîn Guranê bişopînin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di daxuyaniya xwe ya beriya doza Narîn Gurana ku ji mafê xwe yê jiyanê hat qetandin diyar kir ku heta kiryar bên cezakirin ew ê dozê bişopînin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ên beriya doza Narîn Gurana 8 salî ya ku di 21ê Tebaxê de li gundê Çulî ya navçeya Baxlarê hat windakirin, ku li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin, daxuyanî dan çapemeniyê. 

'Em bi hev re diyar dikin ku em dozê dişopînin'

Hevşaredar Bucak ku li ber Edliyeya Amedê axivî, di daxuyaniya xwe ya beriya danişînê de diyar kir ku ew bi parêzvanên mafên zarokan, aktîvîstên jinan, parlamenter û rêveberiyên herêmî re rûniştina yekemîn a qetilkirina Narîn Guranê kêlî bi kêlî bişopînin.

Hevşaredar Bucak wiha got: "Em bi hev re diyar dikin ku heta darizandineke şefaf, adil û serbixwe derkeve holê û bi encam bibe û sûcdar bên cezakirin em vê dosyayê dişopînin."

'Em ê bi hev re tevbigerin'

Bucak, anî ziman ku ji bo mafê jiyanê yê hemû zarok û jinên hatine qetilkirin ku Narîn jî di nav de ye, bi hev re biqîrin û wiha dewam kir. “Helbet ev cînayet bi Narînê bi dawî nebû. Mixabin piştî Narînê me Rojîn Kabaiş winda kir û piştre Şîrîn Elmas hat qetilkirin. Ji bo ku ev yek dom neke divê em hemû saziyên sivîl, dînamîkên bajaran, rêveberiyên herêmî bên cem hev; Divê di warê zarok, wekhevî û azadî û zayendî de bi hev re bixebitin. Em jin nîvê civakê ne, wekheviya zayendî, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, rawestandina kuştina jinan ev hemû erkên herî mezin ên her du rêveberiyên herêmî, parlamenter û aktîvîstên me yên hilbijartî ne. Em ê di dema pêş de bi vê berpirsyariyê tevbigerin û plansaziyên xwe yên çalakiyê aşkere bikin."

Hevşaredar Bucak di dawiya axaftina xwe de 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi nêzîkbûna 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, em îdiaya xwe ya avakirina civakeke bê şîdet dubare dikin. Di serî de qetilkirina Narînê hemû zarok û jinên hatine qetilkirin bi bîr tînin û têkoşîna wan mezin dikin."

Piştî daxuyaniyê Hevşaredar Bucak û nûnerên saziyên sivîl beşdarî rûniştina dozê bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31