Hevşaredaran şaxa duyemîn a Xwaringeha Gel vekir

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Baxlarê şûbeya duyemîn a Xwaringeha Gel ku ji bo welatiyan xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêş dike vekir. Hevşaredaran diyar kir ku ew çavkaniyên şaredariyê ji bo xizmeta gel bi kar tînin û got ku ew plan dikin ku di demeke nêz de li Deriyê Çiyê sêyemîn xwaringeha gel vekin.

Şaredariya Bajarê Mezin, hejmara Xwaringehên Gel yên ku xizmetên xwarinên erzan, paqij û xweş pêşkêşî welatiyên kêmdahat dikin, derxist 2yan. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ku di 29ê Tebaxê de li Taxa Koperatîfan a navçeya Yenîşehîrê li Kolana Hunerê Xwaringeha Gel vekir, li Taxa Mewlana Xalid a navçeya Baxlarê xebatên ji bo şaxa duyemîn a xwaringeha li Kolana Emekê hatibû destpêkirin, temam kir.

Di merasîma vekirina Xwaringeha Gel a ku amadekariyên wê bi dawî bûn de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarê Baglarê Siraç Çelîk, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Reşat Bakan, Azîz Ozdogan, Hevseroka BDPa Amedê Sultan Yaray, sporbazên Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan ên Şaredariya Bajarê Mezin, serokên beşan û welatî beşdar bûn.

 Hevşaredar Bucak: Em plan dikin ku li Deriyê Çiyê xwaringeha sêyemîn vekin

Hevşaredar Bucak, di vekirinê de axivî û diyar kir ku wan bi gel re li Baxlarê şaxa duyemîn a Xwaringeha Gel vekiriye û got, “Di vî warî de em gelekî kêfxweş û serbilind in. Em spasiyên xwe yên bêdawî pêşkêşî hemû hevalên xwe yên ku di demeke kin de xwaringeha me ya gel a duyemîn vekir û amade kir, , hemû xebatkarên MED A.Ş. û serokên daîreyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dikin. Em plan dikin ku di demek nêz de xwaringeha xwe ya giştî ya sêyemîn li Deriyê Çiyê vekin. Hevalên me ji niha ve xebatên xwe didomînin.”

'Em dixwazin vê projeyê berfireh bikin'

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ji bo yekemîn xwaringeha gel a ku li Ofîsê vekirine ji raya giştî bersivên erênî girtine û wiha dewam kir: "Ev xebateke ku gelê me jê hez dike, projeyek e ku teqdîr dike û di vî warî de, em dixwazin berdewam bikin. Bê guman, em dixwazin van xebatan û yên wekî wana berdewam bikin, pêş bixin û berfireh bikin. Ji ber ku me ev berpirsyarî girt ser xwe û beriya hilbijartinên 31ê Adarê ev soz dabû we hemûyan.”

'Divê di zûtirîn dem de dev ji polîtîkaya qeyûmtiyê berdin'

Hevşaredar Bucak bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Li Esenyurtê qeyûm hat tayînkirin û li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dewam kir. Me ev 8 sal in bi van mîkrofonan, bi rêya partiya xwe, bi hevserokên xwe yên şaredariyê, bi hilbijartiyên xwe û hem jî bi xebatkarên xwe yên di nava şaredariyê de gelek caran aniye ziman. Qeyûmtî sîstemeke dijdemokratîk e û hewla desteserkirina vî mafê ku hikûmet nikare bi hilbijartinan bi dest bixe, bi destdanîna û desteserkirina îradeya xelkê ye ku dengên xwe bi awayekî rewa dane, lewra ev rêbazeke dijdemokratîk e. Em qeyûman nas nakin, em bang li pergala ku sîstem û rejîma qeyûman didomîne dikin. Riya qyûman ne tu rê ye. Divê di zûtirîn dem de dev ji polîtîkaya qeyûmtiyê berdin. Ji ber ku li bajar û şaredariyên ku we qeyûm tayînî wan kirine, alozî, desteserkirin, talan, dizî û neheqî di asta herî jor de ye.” 

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “8 sal in guhnedana vîna vî gelî û terikandina bajar, bajarok, şaredarî û rêveberiyên herêmî ji vê zîhniyeta diz, desteserker re tu feyde nekiriye.”

'Em ê her tim li kêleka hev bin'

Hevşaredar Bucak di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Divê hikûmet vê yekê ti carî ji bîr neke. Ger hûn ji cihekî, herêmek, welatiyekî an jî welatiyekî Tirkiyeyê re bibêjin ku hûn dengê ku we li ser sindoqê daye nas nakin, wê demê derbarê qanûna hemwelatîbûnê de pirsgirêk derdikeve. Wê demê gelê me yê li vir dê bibe xwedî helwestek pir rewa û pirsa rewabûna hikûmeta we bike. Di vî warî de em bang dikin ku tavilê qeyûmên li herêma me hatine wezîfedarkirin bên paşvekişandin. Em li vir careke din îfade dikin. Dîsa em gelê xwe yê ku hefteyekê li kolanan li ber xwe dide, bi rêzdarî, hezkirin û hêvîbexşî silav dikin. Tevî ku hikûmet û çapemeniya alîgirê wê hewl didin vê têkoşîna rewa, mafdar û demokratîk sûcdar nîşan bidin jî, em dibêjin ku gelê me malên xwe terk dike, dema diçin kar, dibistan an ber dikana xwe, çenteyên nan hildigirin, xwedî mafê protestokirina astengiyên li ber şaredariyê ne."

Hevşaredar Bucak bang li raya giştî kir û got, “Piştgiriya xwe ji me sist negirin. Em her tim li kêleka hev bin.”

Hevşaredar Hatun: Em çavkaniyên şaredariyê didin ber xizmeta gelê xwe

Hevşaredar Hatun bi bîr xist ku wan beriya hilbijartinên herêmî soza xizmetkirina li her qadê dabûn gel û wiha got: “Krîza aborî heye, gelê me nikare pariyekî nan jî bibe malê. Yên vî welatî îdare dikin nikarin ji birçîbûna gel re çareyekê bibînin, lê her tim ji şer re amade ne. Di nava mirovan de nakokiyan diçînin û nîfaqê dixin navbera gelan. Yanî êdî ew nikarin vî welatî birêve bibin. Divê êdî ev hikûmet here. Em dibêjin 'em alîgirê aştiyê ne, dijî dijminatiyê ne'. Em hemû îmkan û derfetên şaredariyê ji bo xizmeta gelê xwe bi kar tînin. Ev xwaringeh tên vekirin da ku hin kesên kêmdahat ji derfetan sûd werbigirin. Ger em tenê rojekê jî bibin şaredarê vê şaredariyê, em ê wê rojê bi xizmetê derbas bikin. Em natirsin, gel em anîn vir, gelê ji me re çi bibêje; "Em dibêjin 'ser seran ser çavan!"

Xwaringeh hat vekirin

Piştî axaftinan, Hevşaredaran qurdele birîn û Xwaringeha Gel vekir. Piştre Hevserokan serdana xwaringehê kir û xwarin li welatiyan belav kir. Ji ber vekirina xwarinê li Xwaringeha Gel îro bê pere hat belavkirin.

4-Celeb Xwarin Bi 70 TLyî

Li Xwaringeha Gel a navçeya Baxlarê ku ji bilî yekşemê her roj saet di navbera 12.00-17.00an de vekirî ye, dê xwarina 4-celeb bi 70 lîreyî bê dayîn. Xwaringeha Gel wê nava rojê xizmeta hezar kesî bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31