Hevşaredaran serdana mal û esnafan kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li navçeya Kayapinarê mal û esnaf ziyaret kir.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun serdana mal û esnafan a li taxên cuda yên bajêr didomînin. Hevşaredar Bucak li Taxa Firatê ya navçeya Kayapinarê serdana malan kir.

Hevşaredar Bucak: Em hemû bi hev re li dijî qeyûman derkevin

Hevşaredar Bucak bi welatiyan re sohbet kir û got, "Em wek Şaredariya Bajarê Mezin ji bo guh bidin daxwaz û pêşniyarên we hatine." Bucak bal kişand ser pêkanînên qeyûman ên li Colemêrg, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê û got ku welatiyên li Êlihê li dijî tayînkirina qeyûman li ber xwe didin. Bucak got, "Werin em bi hev re li dij pêkanîna qeyûman derkevin."

Welatî: Em bi hevşaredarên ku me hilbijartine re radiwestin

Welatiyên ku bi dîtina Hevşaredar Bucak di serdana xwe ya malê de matmayî man gotin, "Em gelekî kêfxweş in ku hûn hatin ber deriyê me." Ji bo pirsên “Daxwazên we ji şaredariyê hene?” welatiyan bersiva “Em ji xeynî nesepandina qeyûmtiyê tiştekî din naxwazin.” Welatiyan nerazîbûna xwe ya li hemberî tayînkirina qeyûman anîn ziman û diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin şaredariyên ku hilbijartine.

Hevşaredar Hatun: Divê em vîna xwe biparêzin

Hevşaredar Dogan Hatun li Taxa Firatê û Bulvara Nazim Hîkmetê kafeyên li Taxa Firatê ziyaret kir, bi welatî û esnafan re sohbet kir û li daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kir. Hevşaredar Hatûn, pêkanînên 8 salan ên qeyûman nirxand û bal kişand ser pirsgirêkên av û kanalîzasyonê yên bajêr ku di 8 salên dawî de li hev kom bûne. Hatun got, "Pêwîste em hemû bi hev re vîna xwe biparêzin."

Di serdanê de Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray û Mehmet Şîrîn Gurbuz bi Hevşaredaran re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31