Di otobusan de bal kiÅŸandin ser tundiya li ser jinan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, bi belavkirina broşurên li ser otobusan, bal kişandin ser tundiya li ser jinan.

Çalakiyên di çarçoveya kampanyaya "Gotina min neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin" ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetguzariya Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin ve bi hevkariya şaredariyên navçeyan bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Cîhanê hate lidarxistin û wê salekê bidome, dewam dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Yenîşehîrê bi belavkirina broşurên li ser otobusên Şaredariya Bajarê Mezin, bal kişandin ser tundiya li ser jinan.

Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag û endamên meclîsa şaredariyê jî beşdarî vê helmetê bûn.

'Her cure tundiya li ser jinê sûc e'

Di otobusan de broşurên ku agahiyên li ser navendên jinan ên şaredariyê û dirûşmeya kampanyayê vedihewîne hatin belavkirin û ji bo pêşî li tundiya li ser jinan bê girtin banga têkoşînê hate kirin. Di belavokê de diyar kirin ku tu hincet ji tundiya li ser jinê re nayê dîtin û wiha hate gotin: “Her cure tundiya li ser jinê sûc e. Bila nebin alîgirê vî sûcî, bêdeng nemînin. Werin em bi hev re têbikoşin da ku tundiyê rawestînin."

Hin rêwiyên otobusan jî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" piştgirî dan çalakiyê.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30