Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Qonaxê ya navçeya Farqînê bi lêkirina xeteke nû ya kanalîzasyonê pirsgirêka ava kanalîzasyonê çareser kir.
Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku xizmeteke bi kalîte ji gel re bike û daxwazên gel bi cih bîne, li seranserê bajêr xebatên xwe yên binesaziyê didomîne.
Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê di cihê bûyerê de xisara ji ber ava bermahiyên ku li Taxa Qonaxê ya navçeya Farqînê diherike eşkere tespît kir û projeyek amade kir.
Ekîbên girêdayî Midûriyeta Şaxa Farqînê ya DÎSKÎyê ji bo ku ava çopê ji holê rakin xeta kanalîzasyonê ya 400 metre dirêj kirin.
Rêveberê Şaxa DÎSKÎyê ya Farqînê Abbas Aslan, der barê xebatên li taxê de agahî da û diyar kir ku ekîb ji bo çareserkirina pirsgirêka ava gemar ya ku bi salan e li Taxa Qonaxê heye dixebitin û got, "Piştî xebatên fîzîbîlîteyê ekîbên me xeteke 400 metre darêt. Xeta kanalîzasyonê ya bi dirêjahiya metreyan, ava germar ya vekirî ji holê rakir û veguherand pergalek girtî. Bi xebata me tenduristiya gel hat parastin."
Â