Ji bo bajarekî paqij 4 hezar çopdank li ser rêgehên sereke tên danîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê de 4 hezar sergodankan li rêgehên sereke yên bajêr datîne.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya ku di 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê de bi şîara "Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim" da destpêkirin, xebatên xwe didomîne.

Ekîb li kuçe û bulvarên bajêr sergodankanên wan winda ne, şikestine an jî berê lê nehatine bicihkirin sergodankên nû datîne. Bi taybetî li ser daxwaza zêde ya gel, hemû sergodank li rêyên meşê û bulvaran bi yên nû tên guhertin.

'Me Amedeke pir qirêj dewr girt'

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan, der barê xebatên ku hatine kirin de agahî da û destnîşan kir ku ji bo bajarekî paqij ava bikin wan bi hemû hewldanan mijara paqijiyê hembêz kirine. Bakan diyar kir ku wan bi ruhê seferberiyê dest bi xebatên xwe kirine û wiha got: “Ji dema ku me dest bi rêveberiyê kir heta niha me dest danî ser Amedeke pir qirêj. Pir pîs bû, ji bo ku em vê qirêjiyê ji holê rakin, ji bo ku em Diyarbekirek paqij, bajarekî paqij biafirînin, me bi hemû hêza xwe ve mijara paqijiyê da pêş. Di vê çarçoveyê de weke ku hûn jî dizanin, bi boneya 5ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê me dest bi kampanyaya paqijiyê kir ku dikare bang li tevahiya Amedê bike. Me bi ruhê seferberiyê dest pê kir. Ji ber vê yekê di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya ku me daye destpêkirin de, ji bo hişyarkirin, hesasiyet û çandê biafirînin me hewldaneke cidî çêkir.”

'Me lijneya koordînasyona paqijî û zabiteyan ava kir'

Bakan anî ziman ku li ser esasê avakirina bajarekî paqij gavên cidî hatine avêtin û got, “Ji bilî vê me lijneya paqijî û koordînasyona zabiteyan ava kir. Me bi hemû şaredariyên xwe yên navçeyan û şaredariyên navçeyên navendî re ev xebat di asta herî jor de domand. Her kes di qadên berpirsyariya xwe de gavên cidî diavêje. Ji ber vê yekê me di sînyalên xwe de model, medyaya civakî, bîlbord, ala û dirûşmên wek 'gemar neke' bi kar anîn. Me ev xebat bi tevahî li ser esasê paqijkirina vî bajarî û afirandina bajarekî paqij hembêz kir. Ez bi taybetî mizgîniyê bidim we ku heta em bajarekî paqij ava bikin, heta ku em Diyarbekirek paqij ava bikin, heta ku em bajarekî layîqê gelê xwe ava bikin ev xizmet dê bi hemû hêza xwe bidome.”

'Em ê 4 hezar çopdankan deynin ser rêgehên sereke'

Bakan diyar kir ku ew ê 4 hezar qutiyên çopê li demarên sereke yên bajêr bi cih bikin û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku ger hewce bike ev hejmar bibe 10 hezar. Bakan got ku tekane hêviya wan ew e ku gel van çopdankan bi kar bîne û wiha dewam kir: “Niha ji bo belavkirina sergodankan li tevahiya bajêr me xebateke cidî daye destpêkirin. Niha em ê nêzî 4 hezar çopdankan li hemû demarên sereke yên bajêr bi cih bikin. Hêvî û daxwaza me ji gelê me ew e ku vana bi kar bînin. Divê ew çopê bavêjin çopdankan, ne der û beran. Berê ji ber sedemên cuda yek ji van çopdankan li vî bajarî nehatibû hiştin. Ji ber vê yekê em ê çopdankan bînin ber lingên gelê xwe û çopê wan jî bavêjin nav çopdankan. Ger em karibin vê bi dest bixin, bawer bikin, em dikarin bajarekî paqij ku ev mirov lê bijîn, bi hev re ava bikin. Em bi awayekî cidî dixwazin bi gel re bibin yek, lê banga me ji gelê me re ev e; Gelê me van çopdankên çopê bi kar tîne. Ji ber vê yekê em ê xebatên xwe bidomînin, em ê bi hemû şaredariyên xwe re li gorî daxwaza gel tevbigerin. Ne tenê Şaredariya Bajarê Mezin, hemû şaredariyên me di vê wateyê de berpirsyarî girtine ser xwe. Şaredariyên din û şaredariyên navendî yên navçeyan jî bi awayekî cidî li ser van çopdankan dixebitin. Ew ê vî karî li ser demarên xwe yên navbirî bikin, em ê li ser demarên sereke yên bajêr vî karî bikin. Em ê bi tevahî xebatên hevpar çandeke hevpar biafirînin û ji ber vê yekê jî mebesta me ye ku jîngeheke layiqî Amedê amade bikin. Di vê wateyê de em dixwazin gelê me piştgiriyê bide me. Em ê hewl bidin layiqî gelê xwe bin.”

'Bila gelê me piştgiriyê bide xizmetê'

Bakan xîtabî welatiyan kir û got, “Em ê xizmetê ji gelê xwe re bikin, divê gelê me jî vê xizmetê biparêze. Em ê bi hev re bedewiyê biafirînin, em ê bi hev re Diyarbekireke xweş ava bikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31