Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî vekirina dikana Amedsporê bû û diyar kir ku dê di nava salekê de ji bo hemû şaxên sporê binesaziyeke mezin ava bikin.
 Sêyemîn dikana Amedsporê li navçeya Kayapinar a Navçeya Mezopotamyayê hat vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, Serokê Klûba Amedsporê Burç Baysal, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya û gelek kes beşdarî vekirina dikanê bûn.
Serokê Klûba Amedsporê Burç Baysal di vekirinê de axivî û diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên binesaziyê bidomînin û got, "Em ê ala Amedsporê li her derê daliqînin."
'Divê stadyûm bên çêkirin'
Hevşaredar Dogan Hatun bal kişand ser girîngiya binesaziya sporê û got, “Amedspor her dem di rojeva me de ye. Amedspor derket Lîga 1emîn. Ev lîga ne wek Lîga 2. ye. Rê û rêbazên vê lîgê ji hev cuda ne. Divê hin rê û rêbaz bên guhertin. Barê aborî yê vê lîgê girantir e, lê Amedspor mezintir e. Ji bo Amedsporê û ji hemû klûbên bajêr re bingehek zexm dikare bê çêkirin. Wek şaredarî ji bo hemû şaxên werzîşê divê binesaziyeke xurt bê çêkirin. Divê em li armanca ku em ê binesaziyê ava bikin binêrin, divê ev eşkere be. Em dixwazin di hemû şaxan de binesaziyek werzîşê ya bihêz ava bikin. Divê li Amedê tesîsên olîmpiyatê bên avakirin. Divê ji bo pêşbirkên neteweyî û navneteweyî stadyûmên guncav bên çêkirin. Em li ser dixebitin, em ê di nava salekê de bingeh û binesaziyek mezin ji bo hemû qadên werzîşê ava bikin. Em Amedsporeke yekbûyî dixwazin. Em ji ekîb û rêveberiya wê re serkeftinê dixwazin."
Piştî axaftinan qurdele hate birîn û dikan hate vekirin.
Â