ÇED'ê projeya GES’ê ya DÎSKÎ'yê erê kir

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo projeya Santralên Rojê (GES) ku ji bo kêmkirina lêçûnên enerjiyê plan dike pêk bîne, ji Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê erêkirina Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) wergirt.

Projeya Santrala Tavê ya ku dê li ser 129 giravan, 14 parsel, li ser qadeke 520 dekarî li Taxa Dêre ya navçeya Gêlê bê avakirin û dê hêza wê 30 MW be, ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve hat qebûlkirin. Di çarçoveya projeyê de wê di santralê de 66 hezar û 545 panelên Wp û 120 250 kWe înverter bên bikaranîn. Di santralê de tê armanckirin ku salane nêzî 62 milyon û 947 hezar û 500 kWh elektrîkê hilberîne.

Girîngiya li ser nêzîkatiya ekolojîk

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê daxuyand ku dê proje bi rêbazên hawirdorparêz pêk were û bi awayekî ku zirarê nede welatî, heywan û xwezaya li hawirdorê dijîn bê meşandin.

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎyê dê li tevahiya bajêr projeyên xwe yên xwezayê bidomîne.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31