Şaredarî li Japonyayê beşdarî perwerdehiya hewarçûna di karesatan bû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beşdarî "Bernameya Perwerdehiya Hewarçûna Di Afetan û Plansaziya Ji Nûve Avakirinê" ya ku li Japonyayê di çarçoveya "Projeya Pêşxistina Kapasîteya Kêmkirina Rîska Afatan û Birêvebirina Bermahiyê ya Herêmî" de hat lidarxistin bû.

Midûrê Şaxa Nexşe û Desthilatdariyê yê Daîreya Plansazkirin û Bajarvaniyê Baran Ozkeskin, beşdarî perwerdeyên ku di çarçoveya "Projeya Pêşvebirina Kapasîteya Kêmkirina Rîska Afata Herêmî û Birêvebirina Bermahiyê" ya ku li Japonyayê ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ve û Ajansa Hevkariya Navneteweyî ya Japonyayê ve hate amadekirin, bû.

Di çarçoveya perwerdehiya ku dê di navbera 7-18ê Kanûnê de berdewam bike de, bajarên Japonyayê yên li ber felaketan ketine tên ziyaretkirin, tedbîrên ku piştî karesatê hatine girtin û rêziknameyên ku hatine kirin, tên dîtin.

Armanca serdanê pêşxistina hevkariya navneteweyî û bidestxistina perspektîfê ji bo adaptekirina mînakên Japonî li Amedê ye.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28