Nûnerên komeleyên astengdaran û saziyên sivîl, Rêziknameya Daîreya Xizmeta Astengdar û Kal û Pîran a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye amadekirin nirxandin û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kirin û gotin "Em jî êdî bi we re ne."
Danişîna rêziknameya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji bo Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran hatiye amadekirin, li oteleke bajêr hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM'ê Tuncer Bakirhan, Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevserokên şaredariyê, serok û nûnerên komeleyên astengdaran beşdarî merasîmê bûn.
Hevşaredaran rêzikname pêşkêş kirin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, rêziknameya Daîreya Xizmeta Astengdar û Kal û Pîran bi beşdaran re parve kirin.
Nûnerên saziyên sivîl û komeleyên astengdaran ku rêzikname nirxandin, spasiya kesên xwedî kedê kir û xebat wek gavek girîng bi nav kirin.
'Kota ji sedî 3 nayê sepandin'
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya di beşa nirxandinê ya rêziknameyê de ji bo du sernavan pêşniyarek kir û got: “Li Tirkiyeyê derbarê îstîhdamkirina astengdaran de pratîkeke wek ji sedî 3 û kotayê heye, lê mixabin di parîkê de nayê bicihanîn. Nûnerên li vir pir baş dizanin. Ji ber vê yekê, erka hem çavdêrî û cîbicîkirina wê yasayê û hem jî vekirina navendeke girêdayî perwerdehiya kêmendaman wê ji bo vê yasayê baş be. Girîng e ku aliyên pêwendîdar ên bajêr jî di vê pêvajoyê de cih bigirin. Ya duyemîn, ji bo kesên astengdar ji bo ku vegerin jiyana normal olîmpiyadên paralîmpîk hene. Sernavê werzîşê ji midûriyeta werzîşê ya şaredariyan bê veqetandin û di çarçoveya vê dorvegerê de midûriyeta şaxê werzîşê bê avakirin, di nav de tîmên astengdaran bên avakirin. Di qanûnê de astengiyek hebe jî, bi baweriya min divê sernavek wek teşwîqkirin û piştgirîkirina tîmên ji bo avakirina tîmên kêmendaman hebe. Ez spasiya hemû beşdaran dikim."
'Divê mekanîzmayên kontrolkirina navxweyî bên avakirin'
Serokê Navenda Mafên Astengdaran a Baroya Stenbolê Huseyîn Varol, ji ber xebatên hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin spasiyên xwe pêşkêş kir û derbarê rêziknameyê de pêşniyarek kir û bal kişand ser van tiştan: “Min di mekanîzmayên kontrol û cezakirinê de tu pirsgirêk nedît, derbarê pêkanîna mafên di qanûnê de. Di vê çarçoveyê de ger mekanîzmayên kontrolkirina navxweyî neyên bicihanîn û tiştekî bi navê ceza nemîne, dibe ku di nava avahiyên burokratîk ên şaredariyan de winda bibe.”
'Min di rêziknameyê de xeletî nedît'
Serokê Komeleya Nebînayên Şeş Xalî ya Amedê Akîf Karakaş, anî ziman ku wî rêziknameyê bi baldarî guhdarî kiriye û got ku ew rêziknameyeke kûr e û bi kedeke mezin bi berfirehî hatiye amadekirin. Karakaş got, “Piştî min rêziknameyê guhdarî kir, me got ger em kêmasiyan bibînin em ê rexneyan lê bikin lê min tu kêmasî nedît. Ez hêvî dikim ku gotarên ku li vir hatine nivîsandin, werin cîbicîkirin û beş bikêrhatî be. Serokê DTSO Mehmet Kaya bal kişand ser xaleke baş. Bi taybetî li Amedê em di warê îstîhdamkirina astengdaran de, bi taybetî jî astengdarên dîtinê gelek zehmetiyan dikişînin. Girîng e ku bi Şaredariya Bajarê Mezin, Odeya Bazirganiyê, herêma pîşesazî ya organîze û rêxistinên me yên sivîl re hevkariyê bikin da ku hevalên me yên ku ji qursên perwerdehiya meslekî sertîfîka wergirtine binirxînin û wan bigihînin qursên ku di nav beşê de hatine vekirin, ji bo beşdarbûna wan di bazara kar de. Di vê demê de ev pêwîst e.”