Hevşaredar Hatun li Enqereyê bi nûnerên ILO û Bankeya Pêşketinê ya Îslamî re rûnişt

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, di hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de bi nûnerên Tirkiyeyê yên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî û Bankeya Pêşketinê ya Îslamî re hevdîtinek kir.

Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, li Enqereyê, çend hevdîtin pêk anîn. Di vê çarçoveyê de Hevşaredar Hatun bi nûnerên Buroya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) û Bankeya Pêşketinê ya Îslamî (ISDB) ya li Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinan de li ser proje û piştgirîyên ji bo zêdekirina îstîhdama jinan, bernameyên têkoşîna li dijî bêkarîya ciwanan, perwerdehiya pîşeyî û destekkirina karsaziya li gundan û projeyên ku dê di van mijaran de bên bicihanîn, nêrîn hatin guherandin.

Di serdanê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sûmer, Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş û Serokê Daîreya Projeyan a Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) Adnan Aydin bi Hevşaredar Hatun re aöade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31