Hevşaredar Bucak li taxên Çinarê bi welatiyan re civiya

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li taxên Xanika Jêr û Kelê yên navçeya Çinarê derkete nav welatiyan û diyar kir ku di butçeya sala 2025an de der barê xizmetguzariyên gundan de "lîsteya rewşên awarte" amade kirine û ew ê pirsgirêkan çareser bikin.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, taxên Xanika Jêr û Kelê yên navçeya Çinarê ziyaret kir û bi welatiyan re hevdîtin pêk anî.

Hevşaredar li ber avahiya şaredariyê ji aliyê Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu ve hatin pêşwazîkirin, Hevşaredar Bucak, gundên Xanika Jêr û Kelê ziyaret kir. Hevşaredar Bucak li taxan pirsgirêkên kanalîzasyon, av û rê li taxan nirxand, li her du taxan guhdariya welatiyan kir û ji bo pirsgirêkên hatine jiyîn pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kir.

Hevşaredar Bucak: Em ê têxin lîsteya lezgîn

Hevşaredar Bucak ê ku guhdariya daxwaz û pêşniyarên welatiyan kir, bi bîr xist ku dema di sala 2024an de dest bi wezîfeyê kirin, Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên din neçar man butçeya sala borî bi kar bînin. Bucak got, “Me ew budçe çênekir, qeyûman terxan kir. Ji ber vê yekê bûdçeya 2024an a ku av, kanalîzasyon, rê û gundên me eleqedar dike ne bûdçeya me bû. Dema ku em hatin butçe jixwe xerc kiribû. Me ev yek gelek caran îzah kir, me deynê xwe diyar kir, me aşkere kir ku butçe ber bi ku ve diçe. Di budceya me ya 2025an de navnîşek mijarên lezgîn ên di xizmetguzariyên gundan de hene. Em ê hem paksaziya Çemê Reş(Xanika Jêr) û hem jî rêya wê têxin nav lîsteya lezgîn. Êdî her kes dikare şaredariya me ji butçeya 2025’an bipirse.”

'Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin vir'

Hevşaredar Bucak, diyar kir ku ev 9 meh in ew hatine ser şaredariyê û pirsgirêkên ku bi salan e li bajêr ketine ser hev xistine rojeva xwe û got, “Wek şaredariyên Bajarê Mezin û Çinarê em pirsgirêkên we pir baş dizanin. Dibe ku em her dem nikaribin ji pirsgirêkan re çareseriyan bibînin, lê em hemî pirsgirêkan dizanin û li çareseriyan digerin. Ji ber vê em hatin vir. Em wekî DÎSKÎ, komîsyona veguhestinê li vir in. Daîreyên Çêkirin û Kontrola Rê, Parastin û Kontrola Jîngehê li vir in ku guh bidin pirsgirêkên we. Em îro dixwazin li we guhdarî bikin." 

Hevşaredar Bucak ji bo amadekirina plansaziya avedaniyê ya hefteya pêşiya me yekîneyên pêwendîdar erkdar kir.

Pêdiviya avê ya taxan dê were peydakirin

Welatiyan spasiya Hevşaredar Bucakê kirin ku bi heyeta pê re hatin û pirsgirêkên xwe anîn ziman. Alîkarê Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Serdar Arslan, diyar kir ku pêdiviya welatiyan a ava vexwarinê dê bi tankeran av bidin taxan. Serokê Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê Ozgur Tekîn, diyar kir ku li ser pirsgirêka kanalîzasyonê lêkolîn hat kirin û got, "Me li gor plansaziya sala 2025an em ê çi bikin. Hevalan xebatên pêwîst kirin, ew ê amadekariya îhaleyê bikin. Li gundên ku ev 8 sal in xizmet nayên kirin topek pirsgirêk hene, em ê bi plansaziyê çareser bikin."

Di serdanên taxan de Hevşaredar Bucak tevî Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Azîz Ozdogan, Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Îbrahîm Yalçin, Alîkarê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSK) Serdar Arslan, Serokê Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê Ozgur Tekîn û endamên meclîsê amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31