6 hezar û 500 cotkarî ji xizmetên gundan sûd wergirtin

6 hezar û 500 cotkarî ji projeyên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ji nû ve zindîkirina hilberîna çandiniyê û sewalkarîyê amade kir, sûd wergirtin.

Midûriyeta Xizmetên Gundan ji bo zindîkirina hilberîna çandinî û sewalkariyê, ji bo av li tevahiya bajêr bi awayekî bikêr were bikaranîn û av bigihîne zeviyên tî, bi 76 milyon TL proje amade kir û 6 hezar û 500 cotkaran ji van projeyan sûd wergirt.

'Me 40 kîlometre coyên avdanê çêkirin'

Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Velat Ozer, der barê xebatên xwe de agahî da û got ku bi saya protokola ku bi Îdareya Pêşketinê ya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) re îmze kirine, 40 kîlometre coyên avdanê yên vekirî-girtî çêkirine. 

'Me coyên vekirî çêkirin çimkî mexlûqên kovî jî hene'

Ozer, anî ziman ku hezar û 500 cotkar ji van coyan sûd werdigirin û wiha got: “Dema me ev co çêkirin em li ser mexlûqên xwezayê jî fikirîn. Wek tê zanîn li cîhanê krîza avhewayê heye. Krîza avhewayê krîza xwarinê bi xwe re tîne. Me kar kir ji bo parastina hevsengiya xwezayî bi avakirina van coyan ji avên biharê." 

'Armanca me ya sereke avakirina kembera kesk e'

Ozer, bal kişand ser xebatên ku li Karaz, Pîran û Erganiyê didomin û wiha dewam kir: “Em dixebitin ku li qadeke 7 hezar dekarî bi sûdwergirtina ji coyên vekirî û girtî aboriya herêmî ya nêzî 2 hezar cotkaran xurtir bikin. Nêzî 3 hezar cotkar dê ji kaniyên avdanê yên ku me li ser qadeke nêzî 2 hezar û 500 dekar li 17 taxên Çermûg û Çûngûşê çêkirine sûdê werbigirin. Armanca me ya sereke li vir çêkirina kemberek kesk e. Bi vî awayî em armanc dikin ku cihêrengiya nebatên organîk zêde bikin û rê bidin welatiyan ku ji navendên bajaran vegerin gundên xwe û ji qadên hêşîn ên li wir sûd werbigirin.”

'6 hezar û 500 cotkar dê ji veberhênana 76 milyon TLyî sûd werbigirin'

Ozer, anî ziman ku bi Rêveberiya Geşepêdana GAP'ê re 4 projeyên wan ên bi nirxê 76 mîlyon TL'yî hene û dê 6 hezar û 500 cotkar jê sûd werbigirin û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku hem aboriya herêmê xurtir bikin hem jî bi van projeyan ve vegera gundan teşwîq bikin.

'Em bi ramaneke ekolojîk tevdigerin'

Ozer diyar kir ku bi derfetên kêm xebatên girîng kirine û dema van xebatan dikin bi ramaneke ekolojîk tevdigerin û got, “Me hewl da ku di demeke kin de çareseriyên mayînde derxînin holê. Tevî derfetên kêm jî, me di asta herî bilind de xizmet ji cotkar û gundiyên xwe re pêşkêş kir.”

'2025 wê bibe sala xizmetê'

Ozer, anî ziman ku ew dixwazin bi xizmetên zêdetir derbasî sala 2025an bibin û diyar kir ku bi hevkariya cotkaran plan dikin ku hilberînê bikin navbeynkar. Ozer got, "Her ku em derbasî sala 2025an bibin, armanca me ew e ku Şaredariya Bajarê Mezin li gundan zêdetir xizmetê bide û çandinî û sewalkarî pêş bixe."

Welatiyên li gundan wê bên pêşxistin

Ozer, anî ziman ku di sala nû de bi belavkirina 200 hezar darên fêkî li 17 şaredariyên navçeyan dê li gundan welatiyan geş bikin û wiha got: “Armanca me ya sereke piştgiriya cotkarên biçûk e. Ger em piştgiriya cotkarên biçûk bikin; Ew hem dê tevkariyê li aboriya welat bike û hem jî aboriya herêmî xurt bike.”

Ji bo rizgarkirina avê bang bikin

Herî dawî Ozer ev bang li welatiyên li gundan kir: “Guherîna avhewayê dê krîza avê jî bi xwe re bîne. Ji bo welatiyên me bikaranîna avê bi aborî pir girîng e. Em dixwazin ku gundiyên me avê li ser bingeheke rast bi kar bînin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31