Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beriya duyemîn rûniştina doza Narîn Gurana ku mafê jiyanê jê hate standin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê.
Danişîna duyemîn a doza ku der barê qetilkirina Narîn Gurana 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çolî ya navçeya Baglarê hat windakirin û cenazeyê wê di 8'ê Îlonê de li Çemê Reş hatibû dîtin hat vekirin, li 8. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beriya danişînê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya bi pêşengiya Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber Edliyeya Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê pêkanînên bêcezakirinê yên di bûyerên şîdet û qetilkirina jin û zarokan de bi dawî bibin û banga edaletê hat kirin.
Â