Ji bo koran 'Pêkanîna tevgera serbixwe' tê lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo astengdarên dîtinê "Perwerdeya tevgera serbixwe" li dar bixe.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Astengdar û Kal û Pîran, di çarçoveya Hefteya Astengdarên Dîtinê ya Gopalê Spî de dê "Perwerdeya tevgera serbixwe" organîze bike da ku kesên astengdar karibin serbixwe û bi ewle tevbigerin. Serlêdanên perwerdeyê dê di navbera 26ê Kanûnê û 3ê Çileyê de ji Beşa Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran a li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bên kirin. Piştî ku serîlêdan bi dawî bûn dê di navbera 6ê Çile-6ê Sibatê de li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê li Mala Bêhnvedanê perwerde bê dayîn.

Li ser gelek mijaran dê perwerde bê dayîn

Di perwerdeyê de dê mijarên cihêreng werin destgirtin, ji cudakirina hestî û teknîkên cudakirina têgînan, heta teknîkên lêgerînê û jêhatîbûna arastekirinê. Di heman demê de beşdar dê li ser teknîkên şopandin û rêveçûnê û bikaranîna gopalî perwerdehiyê bibînin.

Perwerde dê ji bo kesên astengdar bibe gavek girîng

Armanca perwerdeyê ew e ku kesên kêmbîn bi awayekî serbixwe û bi ewletir tevbigerin. Perwerde dê bibe gaveke girîng ji bo zêdekirina hişmendiya civakî û îmkana ku mirovên astengdar bi awayekî serbixwe jiyana xwe ya rojane bijîn.

Kesên kêmbîn ên ku dixwazin ji perwerdehiyê sûd werbigirin dikarin di navbera 26ê Kanûnê û 3ê Çileyê de serî li Beşa Xizmetên Astengdar û Kalan a li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bidin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31