Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî vekirina Mala Şorbê ya ku ji aliyê Şaredariya Hîlwanê ve hat lidarxistin bû û got, "Em hêvîdar in ku li gorî derfetên xwe pêwîstî û daxwazên gelê Hîlwanê bi cih bînin."
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, piştî Civîna Lijneya Rêveberiyê ya Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ku li Urfayê hat lidarxistin, beşdarî vekirina Mala Şorbeyê ku ji aliyê şaredariyê ve li navçeya Hîlwanê hat lidarxistin bû û tê de her roj, şorbe bêpere ji gel re tê dayîn. Tevî Hevşaredar Bucak, Hevşaredarên Hîlwanê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl, Parlamentera Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) ya Urfayê Dîlan Kunt Ayan, endamên meclîsa şaredariyê û gelê navçeyê beşdarî vekirinê bûn.
'Baweriya me heye ku ev proje dê bidomin'
Bucak ku bi silavkirina gelê Hîlwanê dest bi axaftina xwe kir, ji ber xebatê, hevserok, rêveberî û endamên meclîsê yên Hîlwanê pîroz kir. Bucak diyar kir ku baweriya wan bi berdewamiya projeyên bi vî rengî di 4 salên pêş de jî heye û wiha got: “Em wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hêvîdar in ku di van projeyan de bi gelê Hîlwanê re bibin yek û heta radeyekê pêwîstî û daxwazên wan bi cih bînin. Em ji vir soz didin."
Â