Hevşaredar Bucak yekîneyên xizmetê ziyaret kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, yekîneyên xizmetguzariyê ziyaret kir û sala nû ya karmendan pîroz kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, bi serdanên yekîneyê dest bi karê xwe kir. Hevşaredar Bucak serdana Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, Midûriyeta Zabiteyan, Xizmetên Tenduristî, Çavkaniyên Mirovî û Perwerdeyê, Karûbarên Malî, Nivîsîn û Biryaran û yekîneyên girêdayî wê kir û sala nû li karmendan pîroz kir.

Hevşaredar Bucak der barê xebatê de bi xebatkaran re nêrînên xwe guherandin û di karê karmendan de serkeftin xwest.

Di serdanê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz û serokên dezgehan bi Hevşaredar Bucak re amade bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31