Karê paqijiyê li têketinên bajêr

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku 2 hezar û 100 ji 4 hezar konteynerên çopê yên ku ji bo li kuçe û bulvaran bên danîn temam kir, di têketina bajêr de xebatên paqijkirinê kir.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya ku di 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê de bi şîara "Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim" da destpêkirin, xebatên xwe didomînin.

Ekîb li kuçe û bulvarên bajêr qutiyên çopê yên ku lê winda ne, şikestin an jî berê lê nehatine bicihkirin datînin. Bi taybetî li ser daxwaza zêde ya gel, hemû çopdankên li rêyên meşê û bulvaran bi yên nû tên guhertin. Di vê çarçoveyê de ekîban komkirina 2 hezar û 100 ji 4 hezar çopdankên ku di 29’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin û bi armanca danîna wan di demarên sereke yên bajêr de bi dawî kir û ji gel re bi cih kirin.

Paqijkirina li derwazeyên bajêr

Şaredariya Bajarê Mezin, bi xebatên bi şaredariyên navçeyan re, paqijiya bajêr dike. Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, Kayapinar û Baglarê li ser rêya Mêrdîn, Farqîn, Urfa û Elezîzê ku 4 nuqteyên sereke yên ketina bajêr in, xebatên paqijiyê kirin. Di xebatê de çopên ku darêtibûn hawirdorê berhev kirin û li Tesîsa Entegrekirina Bermayan hatin berhevkirin û darêtin.

Her wiha çopên ku avêtine qadên vala û zeviyên tevahiya bajêr jî ji aliyê ekîban ve hatin komkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31