Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya "Plana Çalakiyê ya Bajarên Aqilmend" de li 3 nuqteyên herî qelebalix ên bajêr dest bi xizmeta înternetê ya bêpere kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, li nuqteyên dînamîk ên bajêr bikaranîna qadên têketina înternetê ya belaş berfireh dike.
Ji bo gihandina înternetê populer bibe û ji bo turîstên ku têne bajêr û welatiyên li bajêr dijîn astengiyên di ketina înternetê de derbas bibin, Serokatiya Daîreya Teknolojiyê ya Agahiyê li Meydana Deriyê Çiyê, Li Jîngeha Hz. Silêman û Otogara Navbajaran toreke Wi-Fi ya belaş ava kir.
Welatiyên ku dixwazin li park û meydanan bi kompîter an jî telefonên xwe yên biaqil ve Wi-Fi-ya bêpere girêbidin, ewil dê bi rêya Wi-Fi-yê têkevin girêdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, paşê jî bi pergala tesdîqkirina nasnameyan dest bi înterneta bêpere bikin.
Şaredariya Bajarê Mezin ku di avahiyên xwe de jî xizmeta înternetê ya bêpere dide, ji bo qadên Wi-Fi yên bêpere zêde bike dê xebatên xwe bidomîne.
Â