Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî vekirina Pirtûkxaneya Xebatên Jinê ya Şaredariya Kayapinarê bû û diyar kir ku dê di pirtûkxaneya ku hatiye vekirin de rastiya jinê hîn bêhtir bê avakirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî merasîma vekirina Pirtûkxaneya Xebatên Jinê ya ku ji aliyê Şaredariya Kayapinarê ve hat lidarxistin bû û got, "Hêvîdar im ku zanîn, rastî û rastiya jinê hîn bêhtir bê avakirin."
Di vekirina Pirtûkxaneya Xebatên Jinê ya li Parka 75 a Şaredariya Kayapinarê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak û Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sincar, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Adalet Kaya û nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên civakî, serokên dezgehan û endamên meclîsê beşdar bûn.
Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sîncar di vekirinê de axivî û diyar kir ku pirtûkxane ji bo bajêr bîranîn e û got, "Em bîrgeha xwe berfireh û xurt dikin."
Hevşaredar Bucak: Heqîqet dê di pirtûkxaneyê de hîn bêhtir bê avakirin
Hevserok Serra Bucak bi silavkirina jinên beÅŸdarî vekirinê bûn dest bi axaftina xwe kir. Bucak spasiya hemû kesên ku ked dane pirtûkxaneya jinan jî wiha got: "Bi bawerî û hesreta ku di Pirtûkxaneya Xebatên Jinê ya ku hatiye vekirin de zanîna jinê, heqîqeta jinê û rastiya jinê wê hîn bêhtir were avakirin û mezinkirin, ez we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. û wê rêxistinên jinan jî li ser heman bingehê pêş bikevin. "Serkeftin, bila riya me zelal be."Â
Li dû axaftinan qûrdele hat birîn û Pirtûkxaneya Xebatên Jinê hat vekirin.
Hevşaredar Bucak û kesên pê re piştre li Pirtûkxaneya Xebatên Jinê geriyan.
Â