Li Sûrê 3'yemîn şaxa Xwaringeha Gel vebû

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Sûrê şaxa 3yemîn a Xwaringeha Gel vekir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ferqa di navbera dabeşkirina dahatê de li gorî feraseta şaredariya civakî kêm bike, ji bo ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer ji welatiyan re dabîn bike, hejmara Xwaringehên Gel ên ku ava kiriye kir 3. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya ku di 29'ê Tebaxê de li Taxa Kooperatifler a navçeya Yenîşehîrê li Kolana Hunerê Xwaringeha Gel vekir, li Taxa Mewlana Halit a navçeya Baglarê li Kolana Emekê şaxa duyemîn a xwaringehê vekir û şaxa sêyemîn jî li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê xist ber xizmeta gel.

Di merasîma vekirina Xwaringeha Gel de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, Wekîla DEM'ê ya Amedê Adalet Kaya, rêveberên DEM'ê, serokên daîreyan û welatî amade bûn. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî merasîma vekirinê dan û bi boneya serê salê zarok û ciwan bi cil û bergên gelêrî beşdar bûn. Welatiyan bi def û zirneyan dîlan gerand, wêneyên rengîn anîn pê.

'Em dixwazin li cihê ku em ji dayik bûne memnûn bin'

Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol di vekirinê de axivî û bal kişand ser vê yekê ku Xwaringeha Gel di têkoşîna li dijî xizaniyê de gaveke girîng e û got, “Ji roja destpêkê ve em bi dirûşma 'Ez dixwazim li cihê ku ez ji dayik bûme memnûn bim' tevdigerin. Em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikin ku derfetên xwarinê yên erzan, xweş, bi tendurist û paqijî dabîn dike."

Parlamentera DEM'ê ya Amedê Adalet Kaya jî bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî û destnîşan kir ku têkoşîna nan, edalet û demokrasiyê ancax bi rêveberiyên herêmî yên xurt pêkan e.

"Me soza ku dabû gelê xwe bi cih anî"

Şaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun diyar kir ku wan li gorî daxwazên gel sozên xwe bi cih anîne û got, “Em gelekî kêfxweş û serbilind in. Me soz daye gelê xwe û em bi vê soza xwe kêfxweş in. Krîza aborî gihaye astên giran. Tu kes ne li hundirê malên gel ne jî li berjewendiyên gel difikire. Ev heft hezar sal in li Amedê birçîbûneke wisa çênebûye. Ev tê wê wateyê ku polîtîkaya aborî ya hikûmeta ku 23 sal in welat bi rê ve dibe, pûç derket. Xuya ye tu çareserîyên wan ji van pirsgirêkan re nîne. Divê êdî em vê çareseriyê di nava xwe de bibinin." 

Hevşaredar Hatun: Em ê vê pêngavê berfireh bikin

Hevşaredar Hatun, anî ziman ku ji bo derbaskirina pirsgirêkên gel dê xebatên xwe bidomînin û wiha berdewam kir: “Her çend xwaringehên me yên gel ji bo vê gaveke biçûk bin jî, em ê vê pêngavê mezintir bikin. Em hêvî dikin ku gelê me di vê mijarê de bi me re be, em ê bi hev re li hev bikin û pirsgirêka xwe çareser bikin. Ez di wê baweriyê de me ku çawa ku ax û ava vî bajarî 7 hezar sal e gelê xwe têr kiriye, wê 7 hezar salên din jî têr bike. Lewma divê em tifaqa xwe ya navxweyî xurtir bikin. Em soz didin ku em ê bi hev re çareseriyê ji vê perspektîfê re bibînin. Çareserî di yekîtî û hevgirtina gelan de ye.”

Li dû axaftinan hevserokan qurdele birîn û xwaringeh vekir. Her wiha Hevserokan xwarina yekemîn dan û bi welatiyên hatin xwaringehê re sohbet kirin. Piştre Hevserokan bi welatiyan re xwarin xwarin.

Ji bo pîrozkirina vebûnê îro xwarinên bêpere hatin dayîn.

Xwarineke 4 celeb wê bi 70 TL bê dayîn

Xwaringeha Gel ji bilî rojên yekşemê her roj saet di navbera 11.30-18.00ê de vekirî ye. Xwaringeh dê bi 70 lîreyî xwarina 4 celeb bide. Xwaringeha ku tê armanckirin ku bi taybetî ji aliyê welatiyên kêm-dahat û xwendekaran ve were bikaranîn, rojane bi kapasîteya 1000 kesî hatiye çêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin plan dike ku li gorî hewcehî û daxwazan hejmara Xwaringehên Gel zêde bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31