Zarokên li Taxa Azîziyeyê rojek xweş derbas kirin

400 zarokên ku beşdarî "Şahiya Huner û Sporê ya bi Zarokan re" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Taxa Azîziyeyê hat lidarxistin bûn, rojeke kêfxweş derbas kirin.

Çalakiyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê ve ji bo zarokan ji pêgirtina dîjîtal dûr bixin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de vê carê li Taxa Azîziye ya navçeya Yenîşehîrê "Şahiya Hunerî û Sporê ya bi Zarokan re" hat lidarxistin. 400 zarok beşdarî mîhrîcana ku li ser daxwaza taxê hat lidarxistin bûn. Çalakî bi xêrhatina zarokan dest pê kir û danasîna bernameyê hat kirin.

Atolye û çalakî

Di çalakiyê de atolyeya rîtmê, resim, tenîsa masê, basketbol, trampolîn, lîstikên hiş û hişmendiyê, pêşbirka hulahoopê û çalakiyên werzîşê hatin lidarxistin.

Di çalakiyê de zarokan demeke xweş derbas kirin û daxwaz kirin ku şahî berdewam bike.

"Min tu carî xizmetek bi vî rengî nedîtiye"

Şemsettîn Gungorenê ku li Taxa Azîziyeyê dijî û neviyên xwe anîne şahiyê diyar kir ku 32 sal in li Taxa Azîziyeyê dijî lê heta niha xizmeteke wiha nedîtiye. Gungoren got ku şahiya ku ji bo zarokan hat lidarxistin zarok kêfxweş kir û xwest li qadên vala park bên çêkirin.

Di dawiya çalakiyê de ji 400 zarokan re diyarî û îkram hatin dayîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28