DÎKASUM piştî 8 salan dîsa vedibe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî 8 salan DÎKASUM'a ku dê ji bo tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan polîtîka û projeyan amade bike, vedike.

Navenda Lêkolînên Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) ku di sala 2001'an de li navçeya Sûrê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin hat avakirin, di sala 2016'an de dema qeyûm tayînî şaredariyê bû, hat girtin. DÎKASUM ku piştî 8 salan bi armanca xizmetên guncav bi hilberandina polîtîka û projeyên azadiya jinê ji bo tesbîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên jinên li Amedê ji ber newekheviya zayendî dijîn, wê piştî 8 salan ji nû ve bê aktîfkirin, dê di bin banê Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û Gerînendetiya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiyê de xizmetê bike. 

Ji bo jinan xizmeta şêwirmendiya belaş

Li DÎKASUM'ê ji bilî gelek xebatên ku wê hêzê bidin jinan, di heman demê de armanc dike ku hêz û parastina jinên ku di nava malbat/mal an jî di nava gel de rastî şîdeta mêr tên an jî dibe ku rastî şîdeta mêr bên. Ewlehiya jiyanê û jinên ku di warê civakî-aborî de ketine bêbextiyê û cihê ku lê bimînin û biçin, tevî zarokên xwe, ji bilî xizmetên wek ketina stargehê, dê şêwirmendiya hiqûqî, derûnî û ferdî ya bêpere ji jinên ku reviyane bê dayîn. tûşî şîdeta mêr bûne yan jî di bin metirsiya wê de ne.

Di 29ê çileyê de tê vekirin 

DÎKASUM a ku dê bi merasîma vekirinê ya 29'ê Çileyê li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerparkê were lidarxistin, bi armanca ku ji pirsgirêkên jinan re bibe çareserî, wê dîsa bixebite.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28