Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun ku beşdarî civîna DÎTAM'ê ya "Tora Şopandina Xizmetên Herêmî" bû, diyar kir ku ew ê bi hev re bajêr geş bikin û da zanîn ku dê di meha Sibatê de Daîreya Pergala Rêhesinî ava bikin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî civîna "Tora Şopandina Xizmetên Herêmî" bû ku li oteleke bajêr di çarçoveya civîna bi navê "Ji hilbijartinên herêmî heta niha bi çavê civaka sivîl xebatên şaredariyê" a Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) hat lidarxistin.
Tevî Hevşaredar, nûnerên saziyên civaka sivîl û akademîsyenên di vî warî de dixebitin beşdarî civînê bûn.
'Em hewl didin rewşa bajêr diyar bikin'
Serokê Lijneya Rêveber a DÃŽTAM'ê Mesût Azîzoglu di axaftina vekirinê ya civînê de diyar kir ku armanca wan ew e ku pêkanînên ÅŸaredariyên Amedê yên ji hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an û vir ve li gel rêxistinên civaka sivîl û ÅŸaredaran binirxînin û rewÅŸa bajêr diyar bikin.Â
'Me planeke stratejîk a gelekî xurt çêkir'
Di civînê de Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî û diyar kir ku di hevdîtinê de nîqaş hatine kirin ku gel ji bo siberoja bajar û civakê pêwîstî bi rêveberiyeke çawa heye. Ji ber vê sedemê Hatun diyar kir ku ew girîngiyê didin hevdîtina mijara gotinê û wiha dewam kir: "Em di wê baweriyê de ne ku ev der dê bibe hêzek û em ê bi vê hêzê xizmeta herî baş û bilez bidin. Ji bo şaredariyekê 9-10 meh derbas bûne û pir zû derbas dibe, di nava 9-10 mehan de li vî bajarî çi guherî, di warê siyasî, aborî û civakî de çi hat guhertin. Hin tişt diyar in, lê tiştên ku nayên dîtin jî hene, em ê bi hemû pêkhateyên vî bajarî re hemû planên xwe amade bikin û guh bidin her kesê. Li ser vê bingehê me plansaziyeke stratejîk a 5 salan çêkir.
Hevşaredar Hatun: Tişta ku di heyama 9 mehan de hat hilweşandin, me ji nû ve ava kir
Hevşaredar Hatun diyar kir ku ew hewl didin ji xerabûna qeyûman re çareseriyekê bibînin û got, "Me xizmetên şaredariyê yên ku siyasetê nakin, weke av, kanalîzasyon û hwd. Me li bajêr çi dest pê kir, di destên me de rizîbûnek mezin hebû di warê psîkolojîk de jî ger çend salên din di destê qeyûman de mabûya, bajêr dê ji bajêrtiyê biketa. Di nava van 9-10 mehan de, me çi kir, çi nehatibû avakirin, me rêyek sê qonax da ber xwe. Heta niha temînkirina cihê rizîyanê, ji niha û pê ve em ê sozên ku me dane gelê xwe pêk bînin."
'Em Daîreya Sîstema Rêhesinî ava dikin'
Hatun, bal kişand ser wê yekê ku ji bilî binesaziya bajêr û pirsgirêkên fizîkî, kêmasiyeke mezin di warê jinan de jî heye û wiha got: “Rewşeke wisa berovajîkirî ava kiribûn ku mîna ku li vî bajarî ne jin û ne jî zarok dijîn. Li vî bajarî tenê zihniyeteke serdest a mêraniyê hebû. Weke ku li vî bajarî ji bilî zimanê tirkî tu zimanên din tunebin. Wek astengdar tunebin. Em jî bi berdewamî beşên heyî diguherînin û li gorî stratejiya xwe ji nû ve birêxistin dikin. Ji bo pirsgirêkên ku ewlekariya gel tehdîd dikin jî li çareseriyan digerin û em dixwazin ji bo pêşeroja vî bajarî çareseriyan bibînin."
Piştî axaftinan, rûniştina yekem a civînê bi beşdariya Şewirmendê Teknîkî yê Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Muhyettin Sirer, bi mijara "Di Armancên Pêşketina Berdewam ên Neteweyên Yekbûyî de Rola Rêveberiyên Herêmî û Beşdariya Sivîl" hat lidarxistin. Damezrînera Tora Feqîriyê ya Kûr û Nivîskar Hacer Foggo li ser "Rêveberiyên Herêmî û Xizanî", Koordînatora Dibistana Pîşesaziyê ya Amedê Meryem Ozdemîr bi sernavê "Li Aboriya Amedê Rewşa Jin û Ciwanan" pêşkêşiyek kir.
Bername piştî nirxandinan bi beşên nêrîn, pêşniyar, pirs û bersivan bi dawî bû.
Di civînê de Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ya Amedê Mehmet Şerîfoglû, Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş û endamên meclîsê bi Hevşaredar re amade bûn.
Â