Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navendên navçe û taxên gundan ji bo 250 rawestgehên nû yên otobusan bên avakirin dest bi xebatê kir.
Midûriyeta Veguhastinê ji bo welatî di berf, baran û hewaya germ de dema li benda çûnûhatina giştî disekinin, ji bo welatî mexdûr nebin, tedbîr girtin. Di çarçoveya projeyê de ekîban li navendên navçeyan û taxên gundan ên li derveyî navçeyên navendî dest bi çêkirina rawestgehên nû kirin.
5 rawestgeh ji bo Habeşîyê
Li gorî daxwazên welatiyan di nava TOKÎya Habeşî ya Baglarê de 5 rawestgeh hatin çêkirin. Ekîbên ku di çarçoveya xebatê de heta niha 130 rawestgehan temam kirine, plan dikin ku di sala 2025an de 250 rawestgehan temam bikin.
'Em rawestgehên nû çêdikin'
Midûrê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz da zanîn ku li gel temîrkirin û nûkirina rawestgehên heyî wan li gorî daxwazên gel rawestgehên nû jî çêkirine. Temel got, "Ji bo welatiyên me li benda otobusê bêzar nebin, bi taybetî di hewaya sar, baran, berf û germê de, me dest bi çêkirina rawestgehan kir."
Â