Muxtarên jin serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, mazûvaniya muxtarên jin ên taxên Şeyh Şamil, Kooperatifler, Şehîtlîk û Yolaltî kir.

Muxtara Taxa Şeyh Şamil a Baglarê Çîçek Gozen, Muxtara Taxa Kooperatîflerê ya navçeya Yenîşehîrê Fatîma Kantar, Muxtara Şehîtlîkê Sadiye Sebat, Muxtara Yolaltiyê Suzan Altintaş, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak ziyaret kir.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevserok Bucak bi muxtarên jin ên li bajêr wezîfedar in re civînek li dar xist.

Di serdanê de li ser rewşa taxan nêrîn hatin guherandin.

Hevserok Bucak ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya muxtarên jin kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28