Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalizasyonê ya Şaredariya Mezin a Amedê (DÎSKÎ), piştî xebatên berfireh, arîza ku di xeta sereke ya ava vexwarinê ya Taxa Baxcilar û Kayapinarê de derketibû, çareser kir.
Tîmên Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ'yê, bi xebatên berfireh arîza avê ya li Taxa Baxcilarê çareser kir. Ji ber arîza ku di boriya pola ya 800'î de derketibû, di hin taxên girêdayî Baxlar û Kayapinarê de demkî birîna avê çêbû.
Tîm heta nîvê şevê xebitîn
Tîmên Arîza Avê yên Serokatiya Beşa Ava Vexwarinê ya DÎSKÎ'yê, ji bo çareserkirina birînê heta nîvê şevê xebateke berfireh meşandin. Di pêvajoya tamîrê de 35 kedkar kar kirin.
Rêveberê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerifoglu, ji deqeyên pêşî yên derketina arîzayê ve li qadê lêkolîn kir û heta çareserkirina arîzayê koordînasyon pêk anî.
Şerifoglu, spasiya xwe pêşkêşî tîmên ku ji bo zû temamkirina xebatan hewl dan û welatiyên ku ji ber birînê sebir nîşan dan, kir.
Av dest bi dayînê kir
Piştî ku tîman arîza çareser kir, dest bi dayîna avê ya taxên ku birîn lê çêbûbû, hat kirin.
Â