Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di resepsiyona ku ji bo 21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê hatiye lidarxistin de beşdarî kir û got ku ew ê li ser zimanî bêhtir bixebitin û tora zimanî mezintir bikin.
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, ji bo 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê resepsiyonek li dar xist. Li gel Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, hevserokên şaredariyên navçeyan, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş, nivîskar û hunermendên ku li ser zimanî dixebitin û welatî beşdar bûn.
HevÅŸaredar Bucak: Bernameyeke pir xweÅŸ amade kirine
Hevşaredar Bucak piştî sohbeta bi mêvanên beşdar re, li ser çalakiyên 21'ê Sibatê û girîngiya zimanê dayikê axivî. Hevşaredar Bucak spasiya xwe ji Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî û Beşa Zimanî re kir û got: "Bernameyeke pir xweş û tijî amade kirine. Ez spasiya endamên meclîsê û şaredariyên navçeyên navendî jî dikim."
'Em ji bo pêşveçûna zimanî hewl didin'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku her ziman bi rûmet û bi qîmet e û got: "Zimanê me jî pir xweş û bi qîmet e. Zimanê me ne bindest e, em nikarin bibêjin ku niha kurdî zimanekî bindest e. Ji ber ku li ser vî zimanî xebat tên kirin. Ji bo vî zimanî pir ked tê dayîn, zehmetî tê kişandin. Li ser wî gelek xebat tên kirin. Di warê çapemeniyê de, di warê zimannasiyê de xebat hene, ji ber vê yekê ne rast e ku mirov bibêje kurdî bêxwedî ye yanî bindest e. Lê heman wext berpirsiyariyeke me ya pir mezin heye. Em wek Hevserokên vî bajarî ji bo pêşveçûna kurdî hewl didin."
'Em ê tora zimanî mezintir bikin'
Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê li ser zimên bêhtir bixebitin û tora zimanî mezintir bikin û got: "Em soz didin we, em ê xebata zimanî ber bi pêş ve bibin. Em ê piştgiriyê bidin pêşveçûna kurdî. Her wiha em ê piştgiriyê bidin zaravayên zimanê kurdî jî."
'Her kes dikare ji aliyê xwe ve hewl bide'
Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew ji ber vê çalakiyê pir kêfxweş û bi kelecan e û got ku ew di nav hawirdoreke ku kurdî lê tê axaftin de mezin nebûye lê hewl dide ku vî zimanî baş hîn bibe. Hevşaredar Bucak wiha axivî: "Her kes dikare ji aliyê xwe ve vê hewldanê nîşan bide. Her kes dikare ji bo ku zimanê me bibe zimanê jiyanê, zimanê vê civakê hewl bide. Ev ji bo pêşeroja me girîng e. Ez pîroz dikim keda wan xebatkarên ku di warê zimanî de dixebitin. Ez 21'ê Sibatê pîroz dikim, em ê hewl bidin ku ev ziman di welatê me de bibe zimanê perwerdeyê."
'Divê bêhtir piştgirî li xebatên zazakî bên kirin'
Piştî axaftina Bucakê, zimannasê navûdeng Mihemed Malmîsanîj axivî. Malmîsanîj spasiya xwe ji hemû kesên ku di çalakiyê de xebat kirine re kir û got: "Ji bo zazakî qadeke berfirehtir pêwîst e. Divê bêhtir piştgirî li xebaxên di warê zazakî de bêt kirin."
Â