Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, di konsera ji bo salvegera 8emîn a Ma Musicê de beşdar bû û got ku dê karên xwe bidomînin heta ku zarok bê muzîk nemînin.
Ji bo salvegera 8emîn a Ma Musicê, konserek li Navenda Çand û Kongreyan a Amedê hat lidarxistin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm li şûna wê hatî tayînkirin Devrîm Demîr, hevserokên şaredariyên navçeyan, parlamenter û endamên meclisê beşdar bûn.
Hevşaredar Hatun: Em şahidê xebata we ne
Hevşaredar Hatun, ku gul pêşkêşî hunermendên ku li ser dikê amade bûn kir, beşdarên konserê silav kir. Hevşaredar Hatun behsa qonaxa damezrandina Ma Musicê kir û got: "Spas ji bo 11 hevalên ku Ma Music damezrandin. 8 sal çûn. Em jî şahidê vê xebata we ne. Kedkarên Konservatuara Aram Tîgran, bi vî awayî dest pê kirin. Bi rastî Aram Tîgran bi xwe jî wisa bû. We tembûra wî li erdê nehişt."
Hevşaredar Hatun, ku got zarok wê bê muzîk nemînin, wiha axivî: "Em li vir soz didin; em ê xebatên xwe bidomînin heta ku tenê zarokek jî bê çand, bê huner û bê muzîk nemîne. Ji destê me çi tê em ê bikin, em bi gelê xwe re ne."