Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo rêyên ketina û derketina bajar ên ku demeke dirêj hatine îhmalkirin û di rewşa xirabeyan de ne, bi ekolojîk û bi rûyekî modern bixemilîne, dest bi xebatên berfireh ên peyzajê dike.
Serokatiya Rêveberiya Park û Baxçeyan, projeya ku amade kiriye da ku rêyên ketina û derketina bajar bi ekosîstemê re hevaheng, hêşîn, estetîk, û meşgeh û tevgera trafîkê ewle bike, pêk tîne.
Trafîk dê ewletir bibe
Şaredariya Mezin a Amedê, mesrefa xebatên nûkirinê yên li ser rêyên Mêrdîn, Riha, Elezîz û Farqînê yên di bin berpirsiyariya Rêveberiya Herêma 9an a Rêyan de ne, li ser xwe girtiye. Bi saya xebata peyzajê ya ku dê di çarçoveya projeya ku ji aliyê Şaredariya Mezin ve hatiye amadekirin û tê plankirin ku were pêkanîn, trafîka peya û wesayîtan dê were ewletirkirin.
Dê 78 kîlometre xebata peyzajê were kirin
Di projeyê de ku dê ji aliyê ekosîstemê ve hevaheng û ji aliyê estetîkê ve jî pêşketineke girîng ji bajar re bîne, dê li qada 78 kîlometreyî xebata peyzajê were meşandin; 28 kîlometre li ser rêya çûn-hatin a Rihayê, 18 kîlometre li Elezîzê, 22 kîlometre li Mêrdînê û 20 kîlometre li Farqînê.
Ketina bajarê Elezîz-Diyarbekirê dê navbera çaryana yoncayê ya rêya Elezîzê û çaryana pira Seyrantepeyê vehewîne. Ev beşa 18 kîlometreyî dê ji qadên hêşîn û avahîsaziyê pêk were.
Dê rêyên bîsîkletan bên çêkirin
Li ser rêya Diyarbekir-Rihayê dê li her du aliyan 28 kîlometre dirêj, li ser peyarê û refûjê sererastkirina peyzajê bê kirin. Li dirêjahiya 28 kîlometre xeta peyayan de dê 10 kîlometre rêya bisîkletan a çûn-hatinê were çêkirin, ji bo peyayan jî dê li dirêjahiya rê cihên bêhnvedanê yên kurt werin amadekirin.
Di projeyê de dê cih ji xebatên peyzaja hişk re jî bê dayîn
Yek ji lingên herî girîng ên projeyê ew e ku dê kaniyên avê biparêze û dê hêşîn û peyzaja hişk a bi îqlîmê re hev tê were bikaranîn. Di vê çarçoveyê de dê li dirêjahiya xeta rêya Rihayê li ser rêyên peyayan darên siyê bên çandin. Rêkûpêkkirina trafîka ku ji rêyên navîn ber bi rêya sereke ve diherike û rêyên xizmetê jî dê di çarçoveya projeyê de bê kirin.
Dê rêya di navbera Seyrantepe-Qereçaliyê de were rêkûpêkkirin
Li ser rêya Diyarbekir-Farqînê dê xebata peyzajê li beşa di navbera Seyrantepe û Qereçaliyê de bi awayê çûn-hatin were meşandin. Di çarçoveya projeyê de, dê rêyên peyayan, peyare, refûja navîn û çaryan werin rastkirin û dê xweşik bên xuyan. Di xebatê de ku dê cih ji cureyên cuda yên nebatan re were veqetandin, dê herwiha bê pêkanîn ku trafîk hêsantir û ewletir biherike.
Dê rêya Mêrdînê bibe xwedî rûyekî nûjen
Projeya rêya Diyarbekir-Mêrdînê ya ku dê ji ketina Çaroxiyê heta Fermandariya Bilind a Ana Jeta 8an, wekî çûn-hatin bi tevahî 22 kîlometreyî digire nav xwe, dê ji qadên hêşîn û avahîsaziyê pêk were.
Bi qedandina xebatê ku dê tê de ji bilî rêya bisîkletan, xetên hêşîn, cih ji parkên bazdan û meşê re jî bên veqetandin, dê rêya Diyarbekir-Mêrdînê xwedî rûyekî nûjentir bibe.
Dê protokol were îmzekirin
Serokatiya Rêveberiya Park û Baxçeyan ku li ser pêkanîna projeyê xebatê dimeşîne, di gava yekem de, dê ji bo radestkirina rêyan, bi Rêveberiya Herêma 9an a Rêyan a ku ji qadê berpirsiyar e re protokolekê îmze bike.
Piştî protokolên ku werin îmzekirin, dê Şaredariya Mezin a Amedê ji bo pêkanîna projeyê derkeve îhaleyê. Piştî vê pêvajoê, dê li ser bingeha bernameya salane xebatên avakirinê dest pê bikin.
Â