Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bo pêşxistina xizmetên ji bo kesên astengdar, wê bi hevkariya 17 şaredariyên navçeyan re Nexşeya Astengdaran çêbike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, dema ku xizmetên xwe yên ji bo welatiyên astengdar didomîne, ji bo Projeya Nexşeya Astengdaran dest bi xebatekê kir. Derbarê projeyê de li Navenda Çand û Kongreyan ÇandAmedê bi koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin, bi beşên têkildar ên 17 şaredariyên navçeyan re civînek hat lidarxistin. Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca ku xizmeteke çêtir bide welatiyên astengdar, wê bi xebateke hevpar bi 17 şaredariyên navçeyan re Nexşeya Astengdaran amade bike.
'Armanc gihîştina 230 hezar kesên astengdar e'
Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran Îsmaîl Degîrmencî, ku axaftina vekirinê kir, derbarê naveroka projeyê de agahî da beşdaran. Degîrmencî, ku diyar kir ku ew xebatan di çarçoveya Plana Stratejîk a 2025-2029 û Plana Çalakiyê ya Gihandinê de didomînin, wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku ev xebat ku em difkirin wê li Tirkiyeyê modelek çêbike, xêrê bîne. Di çarçoveya xebatên me yên Plana Stratejîk a 2025-2029an de, me ev proje pêk anî bo ku em bi rêbazeke çalak, berhemdar û rast bigihîjin 230 hezar welatiyên me yên astengdar ku dikevin nav armancên me. Me her tim tekez kiribû ku xebateke wisa di warê tesbîtkirina pêdiviyan de jî pêwîst e."
Wê xebata qadê bê kirin
Di çarçoveya projeyê de, karmendên Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan wê herin malan, kesên astengdar tesbît bikin û anketê bikin. Di çarçoveya Projeya Nexşeya Astengdaran de, her xebatkarê ku di şaredariyan de dixebite, wê bi forma nexşeya pêdiviyan a ku hatiye amadekirin, xebata qadê bike. Daneyên ku wê bên berhevkirin, wê mehane bên veguhastin bo bingeha daneyan a di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran de. Tê armanckirin ku ev proje di nav 3 salan de bê temamkirin û Nexşeya Astengdaran bê çêkirin.
Proje wê bibe alîkar ji bo pêşvebirina xizmetan
Bi projeyê re, hejmara welatiyên astengdar ên li bajêr, belavbûna wan a herêmî, rewşa astengdariyê, agahiyên wan ên xebat û perwerdehiyê wê bên diyarkirin. Proje wê bibe alîkar ji bo pêşxistina xizmetên ji bo astengdaran û ji bo ku di rewşên afat, acîl û rewşên awarte yên muhtemel de bi lez bê mudaxelekirin.
Â