Hevşaredar bi nûnerê Delegasyona YEyê re rûniştin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê (YE) li Tirkiyeyê Balyoz Thomas Hans Ossowski re hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtina ku li Enqereyê pêk hat de, mijarên girîng ên wek pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, sepandina qeyûman, aştiya domdar û xurtkirina rêvebiriyên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Hevserokên şaredariyê di hevdîtinê de diyar kir ku piştgiriya YE ji bo parastina demokrasiya herêmî gelekî girîng e, û gotin ku sepandina qeyûman baweriya gel a bi demokrasiyê hejandiye lê gelê Kurd têkoşîna xwe ji bo jiyaneke demokratîk û azad didomîne.

Serokê Delegasyona YEyê ya Tirkiyeyê Ossowski, diyar kir ku YE piştgiriya pêvajoya aştiya domdar dike û sepandina qeyûman ji bo YEyê mijareke şopandinê ye. Ossowski, di hevdîtinên bi berpirsên Tirkiyeyê re, tekez kir ku parastina demokrasiya herêmî xwedî girîngiyeke jiyanî ye, û got ku di rewşa dûrxistina şaredarên hilbijartî de, kesên ku wê li şûna wan bên tayînkirin divê îradeya gel nîşan bidin. Ossowski, bal kişand ser wê yekê ku di çarçoveya Pîvanên Kopenhagê de divê Tirkiye nirxên demokratîk xurt bike, û got ku YE dê şopandina vê pêvajoyê bike.

Di dawiya hevdîtinê de, Hevserokên şaredariyê Ossowski û balyozên welatên endamên YEyê vexwendin Amedê û gotin ku pêwîst e YE ji pêvajoyê re piştgiriyeke çalak bide. Hevşaredar Bucak, anî bîra ku Tirkiye hîn jî welatekî namzedê YEyê ye û tekez kir ku ji bo pêkanîna reformên demokratîk û pêkhatina şertên namzetiyê, divê YE Tirkiyeyê teşwîq bike.

Di serdanê de, endama daîmî ya şaredariyê Gulay Kiliç û serokê daireya lêkolîn û projeyan Murat Akbaş jî tevlî Hevserokên şaredariyê amade bûn.

 

Image Gallery