Di çarçoveya xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo veqetandina rûnên nebatî yên bermayî yên li ser çavkaniyê, di meha sibatê de 14 ton rûnê nebatî yên bermayî hatin berhevkirin.
Di bin koordîneya Dezgeha Guhertina Avhewa û Sifir Bermayiyan de, xebatên ji bo veqetandina bermahiyên hişk û çandina bermahiyên li ser çavkaniyê li seranserê bajêr berdewam in. Di vê çarçoveyê de rûnên nebatî yên bermayî yên ku zirarê didin xweza û tenduristiya mirovan, di çarçoveya protokola ku şaredarî bi pargîdaniyek xwedî lîsans çêkiriye de bi rêkûpêk têne berhev kirin.
Di çarçoveya xebatên ku di tevahiya meha sibatê de li kargeh û malan hatin kirin de 14 ton rûnê nebatî yên bermayî hatin berhevkirin. Di çarçoveya kampanyayê de, bi armanca hişyarkirinê, 1 lître rûnê paqij diyarî karsaz û welatiyên ku 5 lître rûnên bermayî didin, tê dayîn.
Â