Dema ku qeydkirinên ji bo Beza Newrozê ya Gel a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di 16'ê Adarê de li dar bixe didomin, Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê Baran Yilmaz, bang li welatiyan kir ku beşdarî meşê bibin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, berdewam dike li ser pêkanîna çalakiyan ji bo ciwanan, jinan, zarokan û komên ku nikarin bigihêjin sporê. Di vê çarçoveyê de, bi armanca vejandina sporê li Amedê, piştî navbereke 8 salan Beza Newrozê ya Gel dîsa tê lidarxistin.
Di pêşbirkê de dê xelatên curbecur bên dayîn
Qeydkirin ji bo bezê ya ku roja Yekşemê 16'ê Adarê saet 14:00an dê bê lidarxistin, dê heya roja Înê 14'ê Adarê bidome, û dê li Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ya li Navenda Jiyana Hevpar a Sumerparkê bê kirin. Beza Newrozê ya Gel dê ji Birca Keçikê ya li Deriyê Mêrdînê dest pê bike û li Sumerparkê bi dawî bibe. Di pêşbirkê de dê xelatên curbecur ji yên ku derece bigirin re bên dayîn.
'Beza Newrozê ya Gel dê bibe kevneşopî'
Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê Baran Yilmaz, agahî da li ser bezê û got ku ji nû ve lidarxistina bezê ya ku di dema qeyûman de pêk nehat, armanca wê ew e ku li bajêr, bihêzkirina sporê û yekbûna civakî were piştgirîkirin. Yilmaz bal kişand ser wê yekê ku ji bo ciwanan û zarokan spor, ne tenê ji bo jiyana tendurist, lê herwiha ji bo civakîbûnê û bihêzkirina girêdana civakî jî girîngiyeke mezin heye. Yilmaz got ku bez dê bibe kevneşopî û paşê dê her sal bê lidarxistin.
'Dê bibe destpêkeke nû'
Yilmaz balê kişand ser wê yekê ku spor amrazeke girîng e ku pêşveçûna fîzîkî û derûnî ya ciwanan piştgirî dike, û wiha got: "Em ê bi zêdekirina çalakiyên sporê li Amedê, gihîştina ciwanan a bi sporê hêsan bikin. Di vê çarçoveyê de Beza Newrozê ya Gel dê bibe destpêkeke nû. Em gazî hemû welatiyên xwe yên ji 7 salî heya 70 salî dikin ku beşdarî meşê bibin. Ev bez dê coşa Newrozê û hêza yekîtiyê ya sporê bîne cem hev."
Â