GES'a Bismilê bandoreke erênî li ser hawirdor û aboriyê dike

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, bi Santrala Enerjiya Rojê (GES) li Bismilê hem hawirdorê diparêze û domdariyê pêk tîne hem jî bi kêmkirina mesrefên enerjiyê beşdarî aboriyê dike.

Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ (Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê) li Bismilê ne tenê xebata enerjiyê pêk tîne, herwiha roleke girîng jî di domdariya hawirdorê de dilîze. GES, wek gavek ji bo dabînkirina hewcedariya enerjiyê, armanc dike ku girêdana bi sotemeniyên fosîl re kêm bike.

'Salane 1 milyon û 200 hezar kWh enerjiya elektrîkê tê hilberandin'

Xebatkarê teknîkî yê Şaxa DÎSKÎ ya Bismilê Caner Kaplan diyar kir ku santrala ku Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ li ser bingeha enerjiya kesk û hawirdordost hatiye avakirin, ji bo dabînkirina hewcedariya enerjiya paqij a herêmê xebatên xwe didomîne.

Kaplan, derbarê saziya GES û kapasîteya hilberînê de ev agahî parve kirin: "GES a ku li ser 14 hezar metreçargoşe hatiye avakirin û girêdayî Navenda Terfa Avê ya Şaxa Rêveberiyê ya Bismilê ye, ji 3 hezar û 20 panelên mono krîstal pêk tê. Bi saya van panelên, santralê xwedî kapasîteya hilberîna enerjiya elektrîkê ya 700 kW (kîlowat) di saetekê de ye. Sazî, di mehên zivistanê de, bi demên rojê yên navincî 8 saet, 5 hezar û 600 kWh (kîlowatsaet) û di mehên havînê de bi demên rojê yên 14 saet, 9 hezar û 800 kWh enerjiya elektrîkê hildiberîne. GES a Bismilê, bi hilberîna navincî ya salane ya 1 milyon û 200 hezar kWh enerjiya elektrîkê, beşeke hewcedariya elektrîkê ya Navenda Terfa Avê dabîn dike."

Kaplan diyar kir ku tûketina rojane ya elektrîkê ya malbateke ji çar kesan pêk tê bi navincî 15 kW tê hesabkirin û got ku ev sîstem di mehên zivistanê de dikare hewcedariya elektrîkê ya nêzîkî 370 malbatan û di mehên havînê de ya 650 malbatan dabîn bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31