Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, endamên komîteya birêveber a Navenda Giştî ya Odeyên Plansazên Bajêr û Şaxa Amedê pêşwazî kir.
Endamên komîteya birêveber a Odeyên Plansazên Bajêr (ŞPO) ya Navenda Giştî û Şaxa Amedê, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun kir.
Piştî pêşwaziyê, Hevşaredar Hatun bi endamên komîteya birêveberiya Odeyên Plansazên Bajêr re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de li ser plansaziya bajêr nêrîn hatin parvekirin.
Hevşaredar Hatun kêfxweşiya xwe ya ji serdanê anî ziman û spasiya endamên komîteya birêveberiya Odeyên Plansazên Bajêr kir.
Â