Xelatên Bezîna Gel a Newrozê diyar bûn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê sibê Bezîna Gel a Newrozê li dar bixe û xelatên ku dê bidin kesên ku li pêşiyê bin, hatine destnîşankirin.

Serokatiya Karûbarên Ciwanan û Sporê dê Bezîna Gel a Newrozê roja yekşemê, 16'ê Adarê, saet 14:00 li navçeya dîrokî ya Sûrê li dar bixe.

Bezîna Newrozê dê li Birca Keçikê ya li Dergeyê Mêrdînê dest pê bike û li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi dawî bibe. Di bezînê de, kesên ku di nav sêyên pêşîn de bin dê bên xelatkirin.

Yê/ya yekem dê xelata ku ji kincên sporê yên Amedsporê, pêlavên sporê û forma pêşbirkê ya ku ji aliyê futbolîstên Amedspor ve hatiye îmzekirin pêk tê, bistîne. Yê/ya duyem dê kincên sporê yên Amedsporê û forma pêşbirkê ya ku hatiye îmzekirin wergire, û yê/ya sêyem jî dê forma pêşbirkê ya ku ji aliyê futbolîstên Amedspor ve hatiye îmzekirin, weke diyarî bistîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31