Bazdana Gel a Newrozê bi coşeke mezin pêk hat

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî 8 salan, Bazdana Gel a Newrozê bi beşdariyeke mezin û coşeke bilind li dar xist. Hevserok Dogan Hatun di dawiya pêşbirkê de xelat belav kirin û hêvî kir ku Newroz bibe sedema aştiyê.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê, ji bo vejandina werzîşê li Amedê, li Sûra dîrokî Bazdana Gel a Newrozê li dar xist. Bazdana Gel a Newrozê ku piştî 8 salan careke din hat lidarxistin, li Birca Keçikê ya Deriyê Mêrdînê dest pê kir û li Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê bi dawî bû.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevseroka Şaredariya Kayapınarê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevserokê Şaredariya Farqînê Kadri Esen, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, alîkarên sekreterê giştî, serokên daîreyan, xebatkarên şaredariyê û bi sedan welatiyên ji 7 heta 70 salî beşdarî Bazdana Gel a Newrozê bûn û kêliyên rengîn derbas bûn. Astengdar jî bi pankartên xwe beşdarî meşê bûn û piştgirî dan werzîşê.

Dîmenên Rengîn Derketin Holê

Berî ku pêşbirk dest pê bike, beşdaran li qada destpêkê dest bi govendê kirin. Hevserok Hatun jî bi gel re govendê gerand. Di pêşbirka ku dîmenên rengîn derketin holê de Hevserok Hatun bi forma hejmara 21ê bezî. Piştî ku Hevserok Hatun dest bi meşê kir, bi sedan kes bi hev re heta Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê bezîn. Welatiyên ku ji rê derbas dibûn jî bi çepikan piştgirî dan Hevserok û hevrêyên wî û serkeftin ji wan re xwestin. Di dema bezê de tîmên tenduristî û alîkariya yekem ji bo rewşeke gengaz li qada pêşbirkê amade man.

Hevserok Hatun: Me Got Bila Zarokên Me Ji Bo Newrozê Planek Çêbikin

Piştî pêşbirka ku li Qada Jiyana Hevbeş a Sumerparkê bi dawî bû, Hevserok Dogan Hatun axivî. Hevserok Hatun, di salvegera Komkujiya Helebçeyê de dest bi axaftina xwe kir û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Hevserok Hatun diyar kir ku wan meş bi şaredariyên navçeyan re li dar xistiye û wiha got, "Me got bila zarokên me ji bo Newrozê planek çêbikin. Bi rastî jî Newroza îsal Newrozeke dîrokî ye. Ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest aştiyeke mayinde li benda me ye. Em jî wekî rêveberên herêmî ji bo avakirina aştiyê destê xwe dixin bin kevir. Hemû xebat û kedên me ji bo aştî û wekheviyê ne. Zarokno, ji bo pêşeroja we azadî, aramî ye. Newroza îsal Newrozeke bi vî rengî ye."

'Dema Aştî Were Welatê Me, Wê Were Hemû Rojhilata Navîn Jî'

Hevserok Hatun der barê daxuyaniya 27ê Sibatê ya der barê pirsgirêka Kurd de jî axivî û wiha got, "Hemû hêz xwedî li vê daxuyaniyê derketin. Ji ber vê yekê ev Newroz Newroza aştiyê ye. Dema aştî û aramî were welatê me, wê were hemû Rojhilata Navîn jî. Ji ber vê yekê ev Newroz girîng e. Em bi zarokan re bang li hemû gelê xwe dikin ku di 21ê Adarê de tevlî coşa Newrozê bibin."

Xelat Ji Xwediyên Xwe Re Hatin Dayîn

Piştî axaftina Hevserok Hatun, xelat ji welatiyên ku di Pêşbirka Gel a Newrozê de bi ser ketine re hatin dayîn. Ji bo kesê yekem, setê cilûbergên Amedsporê, pêlavên werzîşê û forma maçê ya bi îmzeya futbolîstên Amedsporê, ji bo kesê duyem, setê cilûbergên Amedsporê û forma maçê ya bi îmzeya futbolîstên Amedsporê û ji bo kesê sêyem jî forma maçê ya bi îmzeya futbolîstên Amedsporê hat diyarkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31