Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ragihandina bandortir bi kesên astengdar ên bihîstinê re, kursên Zimanê Îşaretê ji bo hemwelatiyên xwe vedike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, ji bo hêsankirina jiyana kesên astengdar ên bihîstinê û jiholêrakirina astengiyên ragihandinê di navbera wan de kursekê vedike.
Dîroka serîlêdanê û cih
Serîlêdan ji îro ve dest pê kirine ji bo kursê ku dê 2 meh bidome û mamosteyên pispor dê tê de wezîfedar bin. Serîlêdan dê li Qada Jiyana Hevbeş a Sumerpark bên kirin û dê heta 3'yê Nîsanê bidomin.
Kurs dê di 7'ê Nîsanê de dest pê bike li dersxaneyên Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran.
Naveroka perwerdehiyê
Di kursê de dê li ser alfabeya destan, têgehên rêzimanê, malbat û hawîrdor, têgehên demê, hest, dibistan û perwerde, wesayît, zindî, rengan, têgehên erdnîgarî, têgehên hiqûqî û bankdariyê, têgehên olî, bajar, welat, peyvên berevajî, têgehên sporê, teknolojî û medya, matematîk-pîvan, xwarin-vexwarin, amûrên muzîkê, alav û tiştên malê, têgehên tendirustiyê û pîşe perwerde werin dayîn.
Beşdarên serkeftî dê sertîfîkayê wergirin
Hemwelatiyan ku bi serkeftî Kursa Zimanê Îşaretê temam bikin, dê di dawiya kursê de sertîfîka wergirin.
Â