HevÅŸaredaran, serdana gora Vedat Aydin kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana gora Serokê HEP'ê yê kuştî Vedat Aydin kir.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana gora Serokê Bajarê Amedê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin ku di sala 1991'an de hat kuştin, li Goristana Deriyê Mêrdînê kir.

Ji bilî hevşaredaran, malbata Vedat Aydin, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr Gulşen Ozer û Abbas Şahin, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, serokên daîreyên şaredariya bajarê mezin û endamên meclisê beşdarî bernameya bîranînê ya li goristanê bûn.

Hevşaredar Bucak: Navê Vedat Aydin navekî şopdar e.

Hevşaredar Serra Bucak li goristanê axivî û diyar kir ku Vedat Aydin di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya ku zêdetirî 40 sal in berdewam dike de yek ji navên şopdar e. Hevşaredar Bucak wiha axivî: "Ez dixwazim di şexsê wî de hemû nirxên me yên ku keda xwe ya têkoşîna azadî û demokrasiyê heta roja îro anîne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr bînim."

"Em soz didin ku em ê wî bigihînin roja îro"

Hevşaredar Bucak got, "Ji bo ku ruhê nirxên ku em di cejnan de û di salvegera mirinê de bibîr tînin şad bibe û ji civakê re were vegotin, em soz didin ku em ê wan bigihînin roja îro." Hevserok Bucak Cejna Remezanê ya hemû welatiyan pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya aştiyê.

Piştî axaftinan, hevşaredar û beşdaran qurnefîl danîn ser gora Aydin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30