Serokatiya Daîreya Koordînasyona Lênêrîn û Binesaziya Rêyan, di navbera salên 2025-2026an de li 17 navçeyan ji bo ku çûn û hatin baştir bibe, projeyan amade dike.
Di vê çarçoveyê de, tîmên ku li navenda bajêr û li gundewarî li ser rêyên komên taxan xebatên xwe didomînin, dê li ser 500 kîlometre rêyên taxên gundewarî xebatên asfalt û rêyan bimeşînin. Li ser kolan û bulvarên bajêr bi giştî 240 hezar ton asfalta germ bê rijandin, ku 180 hezar ton jê dê di nava bajêr de be. Tîm plan dikin ku demsala asfaltê di nîsana de vekin.
14 km rêya bisiklêtan a nû dê bê çêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatan de dê rêyên bisiklêtan ên nû li bajêr zêde bike. Li navçeya Kayapinarê li Bulvarên Selahattin Eyyubî û Firatê, ji bilî xebatên çêkirina rê, peyarê, ronîkirin û peyzajê yên 7 kîlometreyan, heta dawiya sala 2026an dê 14 kîlometre rêya bisiklêtan bê çêkirin, ku 7 kîlometre jê dê di sala 2025an de be.
200 hezar metrekare xebata peyarê
Tîmên ku dê li navenda bajêr 80 hezar metrekare û bi giştî jî 200 hezar metrekare xebata peyarê bimeşînin, dê xebata guherîna plana alternatîf a etûd projeyê ya Bulvara Şêx Seîd a ku dirêjahiya wê 12 kîlometre û firehiya wê 50 metre ye, ku Farqîn û rêyên sereke yên Elezîzê bi hev ve girêdide û di çarçoveya rêya derdorê ya navxweyî de ye, bikin.
Xebatên li ser rêyên nû yên îmarê dê bidomin
Ji bo ku welatî li cihên ku ji bo avahîsaziyê hatine vekirin di warê çûn û hatinê de pirsgirêkan nejîn, dê projeyên berdewamiya 5 kîlometreyî yên kolan û bulvarên Nazim Hikmet, Jiyan û Abdulkadir Tokkaç bên amadekirin.
Â