Bernameya mafên jinan hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bernameya Perwerdeya Mafên Mirovan a Jinan bi dayîna belgeyên beşdariyê bi dawî kir.

Bernameya Perwerdeya Mafên Mirovan a Jinan (KÎHEP) a 16 hefteyan ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve bi hevkariya Komeleya Mafên Mirovan a Jinan (KÎH) ve hat birêvebirin, bi dawî bû. Belgeyên beşdariyê ji 16 xebatkarên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê yên ku beşdarî bernameyê bûn, di merasîma ku li Navenda Jiyanê ya Jinan a Lalebeyê hat lidarxistin de hatin dayîn.

‘Xebatên me yên bilindkirina hişmendiyê dê bidomin’

Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer di merasîmê de axivî û spasiya kesên ku di xebatê de ked dane kir. Sumer bal kişand ser wê yekê ku perwerdehiya KÎHEPê ji perwerdehiyên klasîk cuda ye û wiha got: “Bernameyeke perwerdehiyê bû ku we dest dan jiyana hev, we mafên xwe hîn bûn, lê di heman demê de dema ku we ev yek hîn dibûn we karî dest bidin jiyana hev. Bi vê wateyê gelekî girîng e. Beriya ku perwerdehî bi dawî bibe ev hevgirtin, ev hevgirtin bi hemû xebatan re tê. Perwerdehiya me bi dawî nabe, xebatên me yên bilindkirina hişmendiyê dê bidomin. Ji ber ku dema ku em bi hev re têkevin têkiliyê em ê karibin bi jina li taxê, li gundewarî re hevpar bin.”

Sumer da zanîn ku ew ê xebatên perwerde û kapasîteyê bidomînin û wiha got, “Ez bawer im ku heta ku em di vî warî de bin, ev hevgirtin, ev yekîtî dê di hemû xebatên jinan ên li bajarê me de were dîtin.”

‘Em ji hev gelek tiştî hîn bûn’

Perwerdekara KÎHEPê Rojda Kizgin a ku xebata komê kir jî diyar kir ku armancên herî girîng ên bernameyê ew e ku beşdar di qada neteweyî û navneteweyî de mafên xwe bizanibin û wan biparêzin û bi cî bînin û bi jinên din re parve bikin û belav bikin. Kizgin der barê bernameyê de wiha got: “Me sererastkirinên hiqûqî yên di qanûnên neteweyî yên wekî Qanûna Medenî, Qanûna Cezayê, Qanûna Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şîdeta li Dijî Jinan (6284), Destûra Bingehîn bi zimanekî sade û têgihîştî nirxand. Me bi parvekirina ezmûnên xwe jî ji hev gelek tişt hîn bûn. Ez spasiya hemû beşdaran dikim.”

Mijarên ku di bernameyê de hatin nîqaşkirin

Di bernameya ku hefteyê rojekê 4 saetan hat lidarxistin de ev mijar hatin nîqaşkirin: “Mafên Mirovan ên Jinan, Mafên Destûrî û Medenî, Şîdeta li Dijî Jinan û Şîdeta Nav Malbatê, Stratejiyên li Dijî Şîdetê, Mafên Aborî yên Jinan, Têkilî, Perwerdeya Zarokan a Hestiyar a Rolên Zayendî yên Civakî û Mafên Zarokan, Jin û Zayendî, Mafên Jinan û Hilberînê, Jin û Siyaset, Femînîzm û Tevgera Jinan, Rêxistinbûna Jinan”

 

Image Gallery