Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, xizmetên ku di salekê de li bajêr di warên xizmeta civakî, projeyên binesaziyê, çalakiyên çandî û xebatên ciwanan de pêk anîne ragihandin û gav û pêngavên ku avêtine kifş kirin, projeyên xwe yên bo sala 2025an ji raya giştî re aşkere kirin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li cihekî li navçeya Sûrê civîneke çapemeniyê li dar xistin da ku nirxandina salekê ya piştî destbikarbûna xwe bikin û projeyên xwe yên bo sala 2025an bidin nasîn. Gelek rojnamevan beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
'Me di salekê de bêyî ku em ji xebatên xwe tawîz bidin xebatên xwe domandin'
Hevşaredar Bucak, bi silav dayîna beşdaran dest bi axaftina xwe kir û got: "Bi rastî ji bo me hemûyan, ji bo Amedê saleke dîrokî bû; ji ber ku em di nava fikarê de bûn ka dê her du mehan carekê 'qeyûm were yan na', an jî bi rojevekê ku dê pêvajoyên siyasî çawa bandorê li Amedê bikin, me salek derbas kir û di vê salê de, bêyî ku em ji xebatên xwe bi tu awayî tawîzê bidin, me berdewam kir di rêya xwe de bi pêş ve çûn. Bi vî awayî, me bi xwecihên bajêr re, bi mêvanên wê re, bi kesên diyasporayê ku bêriya Amedê dikin û bi hemû kesên ku ji her çar aliyên cîhanê ji Amedê hez dikin re saleke girîng derbas kir."
'Amed xwedî li çanda pêkvejiyanê derket'
Hevşaredar Bucak, bala xwe kişand ser wê yekê ku di salekê de bi endamên meclisê yên hilbijartî re, bi muxtaran re, bi jinan re û bi dînamîkên sivîl ên bajêr re hatin cem hev, beşdarî domandine, projeyên ku pêk anîne da ku dengê her beşên civakê, gotina wan, hewcedariyên wan û pêşniyarên wan bi cih bikin û axaftina xwe wiha domand: "Ez deyndarê spasiyê me ji Amediyên ku di vê salê de piştgirî dane me. Amed gelek xweşik xwedî li xwe derket. Xwedî li çanda demokrasiyê, aştiyê û pêkvejiyanê derket; carna derbarê şaredariya xwe ya li cem xwe de rexne pêşkêş kir. Hemû tiştên ku hatin kirin, bi awayekî erênî û avaker bûn ku li Amedê dihat. Ji bo vê piştgiriyê, ez spasiya xwe ji gelê Amedê, ji civaka sivîl, ji hemû kesên ku em bi tenê nehiştin û ji we kedkarên çapemeniyê re pêşkêş dikim. Qenc e ku em hemû bi hev re Amed in. Ez dixwazim spasiya xwe ji her kesê ku di vê pêvajoya salekê de em bi tenê nehiştin û hişt ku em her dem hest bikin ku em bi hev re rast in, pêşkêş bikim."
'Em demoralîze nebûn me dizanibû em çi dikin'
Hevşaredar Dogan Hatun got ku ew bi têgihiştina xizmeta gel û bajêr hatine ser kar û wan xebatên xwe bi vê hişmendiyê domandine. Hevşaredar Hatun got: "Ji bo ava me, ji bo rêya me, ji bo axa me, ji bo dîroka me, ji bo çanda me, ji bo wekheviya me hewce ye em xebatê bimeşînin" û wiha axivî: "Me got ku em ê, ger rojekê be jî, xebatan bidomînin û lewma jî em demoralîze nebûn. Ji ber ku me dizanibû em çi dikin, gelê me piştgirî dida me û ev piştgirî di dilê me de dibû hêzek. Evê hêzê jî em bê hêvî nedihiştin. Ji bo vê em spasiya xwe ji hemû hevalên xwe û gelê xwe re dikin."
Piştî axaftinan, Hevserokên şaredariyê, yek bi yek çalakiyên daîreyên di bin banê şaredariyê de û xebatên di nav salekê de pêk hatine aşkere kirin.
Hevşaredar Bucak: Me deynê şaredariyê daxist
Hevşaredar Bucak diyar kir ku li gorî qeydên muhasebe û bûdçeyê (Tablo Malî) yên 31 Kanûn 2023an, deynê şaredariyê yê kurt û dirêj bi tevahî 3 milyar 73 milyon 996 hezar 173 TL hatine tomarkirin, ji bo ku rewşa neyînî ya aborî were çareserkirin, wan stoka deynê şaredariyê li gorî bîlançoya 28 Adar 2025an daxistine 1 milyar 883 milyon 206 hezar 763 TL.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê
Hevşaredar Bucak, axaftina xwe bi dana daneyên li ser xebatên Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê dest pê kir. Hevşaredar Bucak ragihand ku 2 hezar û 500 jin ji 63 kursên pîşeyî ku di 6 Navendên Jiyana Jinan de di 10 beşên cuda de (tekstîl, werzîş, qursên Quranê, avjenî û hwd.) vebûne, sûd wergirtine û got ku di çarçoveya bûdçeyê ya hestiyar ji çarçoveya zayendî ve, bi hevkariya şaredariyê û rêxistinên civaka sivîl 63 xebatên perwerdehiyê hatine kirin.
Gihîştin zêdetirî 47 hezar jinan
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku li Taxa Ben û Sen ku wek herêma pîlot hatiye hilbijartin, xebateke qadê ya berfireh li ser xizaniya jinan hatiye meşandin û daneyên nexşeya xizaniya jinan li sîstema agahiyên bajêr hatine tomarkirin, wê xebatên di vî warê de hatine kirin bi vî rengî rêz kirin:
"Di çarçoveya xebatên hişyarbûnê de gihîştin 8 hezar jinan. Ji bo ku jiyana wan a rojane hêsantir bikin, JINKARTa bêpere ji 7 hezar jinên ku ewlekariya civakî tune bûn re hat dayîn. Bi protokola ku bi Baroya Amedê re hatiye kirin, ji jinên ku rastî şîdetê hatine re piştgirî û şêwirmendiya hiqûqî tê dayîn. Ji bo tesbîtkirina pirsgirêkên ku jin ji ber newekheviya zayendî ya civakî dijîn û ji bo pêşxistina projeyan ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pirsgirêkên Jinên Diyarbekirê (DÎKASUM) piştî 8 salan ji nû ve dest bi xebatan kir. Li dijî xizaniya mengiyê, di çarçoveya 'Projeya Ji Adetê ye', me li Taxa Ben û Sen kargeha peda tê şûştin vekir. Ji kargehê ku di heman demê de deriyê îstîhdamê ye ji bo jinan, hetanî niha 166 jinan sûd wergirt. Bi vekirina Mala Cilşoyê li Zanîngeha Dîcleyê ji nû ve, ji xwendekaran re xizmeta şûştin û zuhakirina cilên bêpere hat dayîn. 8 hezar û 10 jin ji navendên me yên jiyanê û stargehan sûd wergirtin. Di çarçoveya çalakî, perwerde, xuyabûn û xebatên hişyarbûnê yên ku Serokatiya Daîreya Jinê di salê de li dar xistin, gihîştin 47 hezar û 125 jinan."
Serokatiya Daîreya Xizmetên Kesên Astengdar û Pîran
Hevşaredar Hatun got ku ji 580 hemwelatiyên temenbilind ên qeydkirî, ji 290 kesan re di nav de 160 kesên ku bi tenê dijîn, xizmeta lênêrîna li malê tê pêşkêşkirin û got ku di meha Remezanê de serdana 600 malbatan hatiye kirin û 200 pakêtên xwarinê hatine belavkirin. Hatun, ku ragihand ku ji 176 kesên astengdar re li malê xizmeta tenduristî û lênêrîna kesane hatiye dayîn, got: "Ji 485 kesan re arebên aserdar (bi akû) û yên bi destan tên meşandin hatine dayîn, ji 685 kesan re alîkariya berhemên tibbî, ji 600 kesan re xizmeta tamîr û lênêrîna amûran hatiye dayîn. Bi destpêkirina perwerdehiya 'Sepana Tevgera Serbixwe' ji kesên astengiyên dîtinê re, 200 gopalên spî hatin belavkirin. Ji 45 fêrkarên di Navenda Otîzmê de, 5 rojên hefteyê perwerdehiya sporê hat dayîn. Projeya Taksiya Civakî hat destpêkirin da ku ji nexweşên penceşêrê ku hejmara wan digihîje 20 hezaran re xizmeta di navbera mal û nexweşxaneyê de were dayîn û hetanî niha 71 kesan ji vê projeyê sûd wergirtin û bi tevahî 710 xizmetên servîsa nexweşxaneyê hat pêşkêşkirin. Xizmeta servîsa bêpere ji bo 3 hezar û 52 kesên astengdar hat pêşkêşkirin. Şopgerê qeydên dengan, piştî navbereke 8 salan ji nû ve hat tamîrkirin û 'Projeyê Pirtûkxaneya Dengî' ku kesên astengiyên dîtinê jê sûd werdigirin, hat pêkanîn. Ji 981 kesên astengdar re xizmet li Navenda Jiyana Çalak di çarçoveya bernameya perwerde û hobî de hat dayîn. 1 hezar û 600 kesan ji bernameya xizmeta civakî sûd wergirt. Bi xizmeta şêwirmendiyê ya ji bo nexweşên çolyakê re, ji 1 hezar û 210 kesan re alîkariya xwarinê ya bê gluten hat pêşkêşkirin. Perspektîfa Serokatiya Daîreya Kesên Astengdar ji bo qadên din ronahker e".
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî
Hevşaredar Bucak got ku di Kreş û Malên Lênêrîna Rojane ya Zarokistanê de ku bi gelek zimanan xizmetê didin, 360 zarok perwerde digirin, di çarçoveya Karta Piştgiriya Civakî de di sala 2024an de ji 23 hezar û 935 malbatan re 23 milyon 935 hezar TL, di meha Adara sala 2025an de jî ji bo 3 hezar malbatan 9 milyon TL, bi tevahî 32 milyon 935 hezar TL dirav hatiye dayîn û got ku ji 5 hezar û 260 xwendekarên ku cara ewil qeydê xwe li zanîngehê kirine re bi tevahî 78 milyon 900 hezar TL alîkariya perwerdehiyê ya bê beramberkirin hat pêşkêşkirin.
Hevşaredar Bucak got ku di sala 2024an de 11, di sala 2025an de 9, bi tevahî ji 20 malbatên hewcedar re 420 hezar TL alîkariya madî hat kirin, di meha Remezanê de li 4 navendên cuda ji 188 hezar û 500 kesan re xwarina îftarê hat pêşkêşkirin, di Banka Cilan de hewcedariyên 1 hezar û 124 kesan ên cilûbergan a 2 hezar û 423 perçeyan hat dabînkirin û ji bo jinên ku li Diyarbekirê rûdinin û nû zarokên wan çêbûne, 3 hezar "Pakêtên Piştgiriya Welidîna Nû" hatin amadekirin.
Hevşaredar Bucak ragihand ku li 6 xalên cuda yên bajêr, li vexwaringeha ku hat sazkirin, ji 190 hezar kesan re şorbe û şerbeta leymûnê hat pêşkêşkirin, ji malbatên hewcedar ên ku li 17 navçeyan dijîn re 955 pakêtên xwarinê hatin belavkirin û ji malbatên xizan re bi piştgiriya psîkolojik re, xizmeta civakî, perwerde û şêwirmendiyê hat dayîn. Hevşaredar Bucak lê zêde kir ku li Navendên Fêrbûna Jiyanê, rojane ji 165 kesan re di 19 şaxan de perwerdehiya pîşeyî tê dayîn.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Tenduristiyê
Hevşaredar Hatun ragihand ku li 17 navçe û 1 hezar û 46 navendan xebatên dermankirin û derzîkirin hatine kirin, li Navenda Lênêrîna Ajelan, lênêrîn û xwedîkirina 550 ajelan ku 400 ji wan kûçik û 150 ji wan pisîk in, û dermankirina 6 hezar û 830 ajelan û rehabîlîtasyona wan hatiye kirin. Hevşaredar Hatun ku parve kir ku wan pêngaveke girîng li ser qadên jiyana ajelan avêtine, got wan xebata qada jiyana xwezayî dest pê kirine û ji xezîneyê 284 donim arazî hatiye amadekirin. Hevşaredar Hatun got: "Ji vir pê ve dê cihek hebe ku heyewanên li kolanan karibin jiyana xwe ya xwezayê lê bidomînin".
Hevşaredar Hatun got ku di muayeneyên ku li Navenda Tenduristiyê ya ku bi hevkariya Şaredariya Baxlarê hatiye sazkirin de dest pê kirine, 4 hezar û 950 hemwelatiyan ji xizmeta tenduristiyê ya bêpere sûd wergirtine û got: "Li tevahî bajêr ji bilî 3 hezar û 806 xizmetên definkirinê, li navçe û derveyî navçeyê bi tevahî 9 hezar û 47 xizmetên veguhastina miriyan hat dayîn. Dîsa li Taxa Kabî ya navçeya Sûrê, li qadeke 588 hezar metreçargoşe, dest bi avakirin qada gorista nû hatiye kirin".
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî
Hevşaredar Bucak diyar kir ku bi beşdariya şanoyên neteweyî û navneteweyî, Festîvala Şanoya Amedê ya 9emîn û her weha şano û festîval ji bo zarok û ciwanan hatine lidarxistin û got ku bi tevahî 25 hezar û 260 hezkiriyên hunerê beşdarî nîşandanên şanoyê bûne. Bucakê aşkere kir ku di çarçoveya Festîvala Fîlmên Kurt a Navneteweyî ya Çewlika Veganê de 10 fîlm hatine nîşandan, ji bo zarok û mezinan "Rojên Fîlman ên Sînebîr" bi belaş hatiye lidarxistin ku sê mehan dom kiribû û nîşandanên sînemayê ji aliyê 14 hezar û 290 jê hez dikin ve hatiye temaşekirin.
Hevşaredar Bucak got ku di havînê de ji bo zarok û mezinan, li Navenda Çandê ya Amedê di 17 şaxan de (muzîk, drama, wêne) kursên hunerî hatine vekirin û ragihand ku 95 hezar û 300 kesan serdana Mala Dengbêjan kirine.
Serokatiya Daîreya Parastina û Kontrola Jîngehê
Hevşaredar Hatun got ku di çarçoveya kampanyaya "Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim" de wan seferberiya paqijiyê dest pê kirine. Hevşaredar Hatun got ku rojane 1 hezar û 400 ton nêm tê veguhastin ji bo Avahiyên Çareserkirina Nêmên Organîk û Mehê 4.6 MW enerjî tê bidestxistin û got: "Di sala borî de 67 milyon û 466 hezar TL dahat hatiye qeydkirin. Li kolanên sereke û parkan, 1 hezar û 400 gilîşdankên galvanîze hatin montajkirin. Li kolanên bajêr, 4 hezar zibildank hatin montajkirin. Ji elektrîka 254 hezar û 883 KW ku ji santralên Tava Rojê yên Sumerparkê hatiye berhemanîn, 1 milyon 299 hezar û 500 TL dahat hatiye qeydkirin. Ji Santralên Tava Rojê ya Otogarê, bi berhemanîna 356 hezar û 400 KW elekrîkê re, 1 milyon û 805 hezar dahat hatiye bidestxistin. Li Mala Rojê, ji xwendekarên dibistanên destpêkê, navîn, lîse û zanîngehê re perwerde li ser enerjiya nû, guherîna avhewayê û sifir bermayî hatin dayîn."
Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî
Hevşaredar Bucak ragihand ku wek gava yekem a cihêkirina li çavkaniyê, sindoqên geriyandinê li avahiyên sazgehan hatine bicihkirin û bi van gotinan axaftina xwe domand: "Li seranserê bajêr, komkirina rûnê kevin dest pê kir û di sê mehan de 20 ton rûnê nebatî yê kevin hat komkirin û hat jinavbirin. Xebatên DibistanaAvhewa û Agroekolojiyê li ber temambûnê ne, bi pirtûkxaneya tovan ku li vir hatiye sazkirin, hat pêkanîn ku ew tovên herêmî arşîv bikin. Dibistan, ji mêvanan re vekirî ye, bi armanca afirandina hestiyariya avhewayê û ekolojîk perwerde tê dayîn. Ji bo diyarkirina rêyekê ji bo çandinî û sewalkariyê, bi kes û saziyên ku li seranserê bajêr bi çandiniya çalak ve mijûl dibin re civîneke bi beşdariya berfireh hat lidarxistin."
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan
Hevşaerdar Hatun got ku 2 milyon û 780 hezar kulîlkên demê ku li serayê hatine gihandin hatine çandin, 8 hezar û 360 dar hatine çandin, 30 hezar û 270 devî daçikandine, 15 hezar tovên darçaman ku ji den an qoçên darçamê hatine bidestxistin hatine çandin û li qadên şînkatiyan 17 hezar gul hatine berhemanîn. Hatun ragihand ku li seranserê bajêr 72 hezar dar û devî hatine birrîn û got ku li gorî pêdiviyên li park û baxçeyan, amûrên lîstikê, sindoqên zibilê, maseyên pîknîkê û kêmasiyên din hatine temamkirin û li 32 parkan, li qada 3 milyon û 925 hezar metreçargoşe, xebatên lênêrîn û tamîrkirinê hatine kirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî
Hevşaredar Bucak ragihand ku bi tevahî 80 hezar û 880 metre kanalên avdanê yên girtî û vekirî hatine çêkirin, ji vê xebatê 5 hezar û 67 cotkaran sûd wergirtine û 18 hezar û 635 dekar araziyên çandiniyê gihîştine avê. Bucak got ku 75 milyon 940 hezar TL ji bo sê projeyên cuda hatiye pêşxistin, lênêrîna 14 golên avxwarina ajalan hatiye kirin, bi vê xebatê 66 hezar û 200 ajelên 4 hezar û 720 sewalkaran û 5 hezar û 110 dekar araziyên çandiniyê gihîştine avê.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê
Hevşaredar Hatun got ku bi projeyê rawestgehên biaqil, agahiyên rêwîtiyê yên bêwext dest bi parvekirinê ji rêwiyan re kiriye, bi damezrandina Navenda Kontrola Trafîkê, hereketên trafîkê hatine kontrolkirin û destnîşan kir ku 200 Sîstemên Agahdarkirina Rêwiyan û Îlana Kesên Astengdar li hundir otobusan hatine sazkirin. Hevşaerdar Hatun, ku ragihand ku di çarçoveya protokola bi otobusên gel re, pirsgirêkên 30 salan di veguhastina rêwiyan a bêpere de bi koka xwe ve hatine çareserkirin, got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêka veguhastinê ya ku salên dirêj e tê de razandin nehatiye kirin, di gava yekem de 14 hebin, di salê de 49 otobusên rêwiyan hatin kirîn. Armanca me ew e ku bi 80 wesayîtan veguhastina giştî ya di nav bajêr de rehet bikin".
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Lênêrîna Rêyan
Hevşaredar Bucak ragihand ku li rêyên gundan ên 17 navçeyan bi tevahî 577 kîlometre xebatên rêyên bi asfaltan hatine kirin, li navçeyên navendî 20 kîlometre rêyên îmarê yên duqate yên bi çar an şeş xettan hatine ber xizmeta gel, li navenda bajêr 160 hezar ton, li rêyên 17 navçe û gundan 50 hezar ton, bi tevahî 210 hezar ton asfalta betonê hatiye raxistin. Hevşaredar Bucak got ku xebatên 285 hezar metreçargoşeyan peyarêkan û kevirên raxistî hatine kirin.
Serokatiya Daîreya Zabiteyê
Hevşaredar Hatun got ku ji bo veguhastineke rehet û mirovane, li 22 hezar û 500 minibusên nav bajêr, li 19 hezar û 300 otobusên gel, li 28 hezar û 800 taksiyên ticarî, li 1 hezar û 750 servîsan, li 15 hezar û 200 minibusên navçeyan û li 8 hezar û 300 otobusên navbajarî kontrolkirina wesayîtan hatiye kirin û got ku 5 hezar û 650 kargehan li otogarên navçe û bajaran hatine kontrolkirin, di wesayîtên veguhastina giştî de ji bo zêdetir adalet, klîma, rakirin-daxistina rêwiyan li derveyî rawestgehan, neheqî li dijî rêwiyên bê pere, bikaranîna kursiyê ji bo kesên astengdar, taksîmetre û hwd. kontrolkirin hatine kirin.
Hatun got ku li seranserê bajêr 6 hezar û 360 kargehên bazirganiyê hatine kontrolkirin û ji bo dagirkirina cihên giştî mîna peyarêyan prosedurên qanûnî hatine sepandin. Hevşaredar Hatun got ku li seranserê bajêr mudaxaleya 101 avahiyên qaçax hatiye kirin, %25 ji wan hatiye rûxandin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê
Hevşaredar Bucak got ku mehê 7 hezar û 800 xwendekar ji Navenda Etûda Lîseyê ya Akademiya Sûrê sûd werdigirin, mehê 900 xwendekar ji 27 perwerdehiyên lîstik û zêhnê ku li dinyayê trend in sûd werdigrin, di polên Kodkirina Robotîk de 438 xwendekaran perwerde wergirtine, ji kursên heman û zivistanan ên werzîşê, heftane 4 hezar hemwelatiyan xizmeta perwerdekirinê wergirtine. Hevşaredar Bucak, got ku cara ewil îsal 1 hezar û 500 kes beşdarî Bezîna Gel a Newrozê ya 1emîn bûne û di çarçoveya têkoşîna li dijî xizaniyê de, ji malbatên kêmdahat re 1 hezar û 500 çente ji bo dibistanê hatiye parvekirin, û got ku 2 hezar û 656 sporvan ji alîkariyên madî yên ku ji kulûbên werzîşê yên amator re hatine kirin sûd wergirtine.
Serokatiya Daîreya Weşan, Çapemenî û Têkiliyên Gel
Hevşaredar Hatun got ku ji bo biryaran li kolanê wergirin û bi gel re çareseriyan peyda bikin, li hemû parkên bajêr bi hemwelatiyan re hatine cem hev û got ku 33 çalakî weke ziyaretên malan, hevdîtinên muxtaran, ziyeretên bazirganên dukan û bazaran, ziyaretên taxan û hevdîtinên çapemeniyê pêk hatine, Beşa Çareseriya li Cih de 19 hezar û 550 daxwaz wergirtine, 239 hezar û 248 daxwaz, pêşniyar û gazindeyên ku hatine hêla Alo 153, hatine nirxandin.
Hevşaredar Hatun diyar kir ku hemû xebatên çapemeniyê bi du zimanan û du zaravayên kurdî hatine kirin û bi xizmeta zimanê îşaretê re ji îro pê de xebatên ragihandinê derketine sê zimanan û wiha got, "Hesabên me yên li ser platformên medyaya civakî di nava salê de 150 milyon danûstandin bi dest xistin. Dema ku xizmetên nûçe, wêne û dîmenan ên yekîneya çapemeniyê bi kalîteya ajansê hatin kirin, di nava salekê de 10 hezar û 400 nûçeyên me (ji bilî navgînên medyaya civakî) di çapemeniya herêmî û neteweyî de cih girtin. Hezar û 400 nûçeyên ku ji malperê hatin weşandin, bi xwendina 859 hezar û 500 kesan gihîştin girseyên berfireh."
Serokatiya Daîreya Danezanînê
Hevşaredar Bucak diyar kir ku li Keleha Navîn, Meydana Şêx Seîd û Termînala Otobusê ya Navbajaran xizmeta WÎ-FÎya berfireh û belaş hatiye dayîn û wan bi Pergala Rêveberiya Arşîvê ya Dîjîtal şaredarî ewle û gihîştbar kirine. Hevşaredar Bucak diyar kir ku pêvajoya şopandina 2 milyon û 858 hezar û 307 belgeyan hatiye temamkirin û di pergalê de hatiye bicihkirin û got, "Ji bo ku Serokatiya Daîreya Agirkujiyê bi kar bîne, Pergala Agahdariya Paqijkirina Bixêrîyan hatiye pêşxistin. Ji bo ku gihîştina hêsan a hebûnên geşt û çandê hebe, Pergala Agahdariya Bingehîn a Daneyên Erdnîgarî hatiye avakirin."
Serokatiya Daîreya Agirkujiyê
Hevşaredar Hatun diyar kir ku 21 wesayîtên ku agirkujiyê pêdiviya wan a lezgîn hebû hatin kirîn û 281 milyon û 320 hezar TL pere hat dayîn û got, "Bi sazkirina pergala telsîzê ya agirkujiyê 306 hezar TL hat xerckirin. Ji bo kirîna 75 karmendên ku li gorî avahiya fizîkî û zêdebûna nifûsa bajêr pêdivî pê hebû, pêvajoya qanûnî hat destpêkirin. Tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê ya profesyonel a 40 kesan hat avakirin. Tîmeke avjeniyê ya 10 kesan hat avakirin. Kêmasiyên lûleyên vemirandina agir, alavên parastina ji agir, kinc û parçeyên yedek ên alavan hatin rakirin. 50 hezar xwendekaran Perwerdehiya Ewlekariya Agir wergirtin."
Serokatiya Daîreya Karên Fenê
Hevşaredar Bucak diyar kir ku çêkirina salona sporê ya girtî ya hezar kesan û hewza nîv olîmpîk li navçeya Baglarê hatiye temamkirin û li navçeyên Hezro, Êgil, Çinar, Lîce û Farqînê hangara agirkujiyê hatiye temamkirin. Hevşaredar Bucak diyar kir ku Qada Şitlê ya Yenîşehîrê ya ku bêkêr hatibû hiştin, ji nû ve hatiye xizmetbarkirin û li Baxçeyê Millet ê li navçeya Yenîşehîrê ji bo xwendekaran salonên xwendinê û pirtûkxane hatine avakirin.
'Em Binesaziya Amedê Bi Tevahî Nû Dikin'
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglu xebatên DÎSKÎ'yê ragihand û diyar kir ku di encama çêkirin û nûkirina tora nû ya ava vexwarinê, çêkirin û nûkirina girêdana aboneyên nû de 141 hezar û 43 kîlometre xet hatiye danîn. Şerîfoglu diyar kir ku 41 hezar û 170 kîlometre xeta boriyên kanalîzasyonê hatiye danîn û got, "Em binesaziya Amedê bi tevahî nû dikin. Li gelek deverên bajêr çalakiyên me didomin."
Şerîfoglu diyar kir ku xebateke wan heye ku ava ji bo hejaran belaş bê dayîn û got, "Em hewl didin ku çarçoveya qanûnî bibînin. 4 meh in em derî bi derî li ser vê yekê dixebitin. Hejmara xebatên ku di nava salekê de hatine kirin ji hejmara xebatên ku di nava 8 salên dawî de hatine kirin zêdetir e."
Projeyên Vîzyonê yên Sala 2025'an
Piştî ragihandina rapora çalakiyê, Hevşaredar Bucak projeyên vîzyonê yên sala 2025'an ragihand. Hevşaredar Bucak diyar kir ku Projeya Pergala Rêhesinê ya Sivik, Navenda Zanistî ya El Cezerî, Kargeha Nanê Gel, Sporpark, Parka Xwezayî, projeyên GES ên DÎSKÎ'yê û Projeya Parastina Biyocureyî û Ekosîstema Baxçeyên Hevselê dê bên pêkanîn. Hevşaredar Bucak diyar kir ku bi projeya GES'ê dê nêzî ji sedî 80'ê pêdiviya enerjiya şaredariyê bê dabînkirin û got, "Li taxên gundewarî bi tevahî 22 proje dê bên pêkanîn, di nav de ava vexwarinê ya heywanan û pergala avdaniya girtî û vekirî heye. Em ê Baxçeyek Nebatên Tibbî û Bêhnxweş ava bikin ku li qada 14 hezar metrekare de 23 cureyên cuda yên nebatan bêne çandin" û mizgîniya projeyên nû da.
Piştî civîna çapemeniyê, Hevşaredaran bersiv da pirsên rojnamevanan.
Â