Bi mudaxeleya lezgîn a agirkujiyê, agirê li Siteya Pîşeyê ya Mega hat temirandin

Tîmên Agirkujiyê ya Şaredariya Mezin a Amedê, li Siteya Pîşeyê ya Mega mudaxele kirin û agirê ku li depoyek hilberîna kozmetîkê derketibû û belavî du depoyên din bû, vemirandin.

Li navçeya Baxlarê, li Siteya Pîşeyê ya Mega, ji ber sedemeke hîn nediyar, li depoya ku hilberîna kozmetîkê tê kirin agir derket. Piştî ragihandinê, tîmên Agirkujiyê bi lezgînî gihîştin cihê agir.

Agirê ku di demeke kurt de mezin bû, belavî du depoyên din jî bû. Bi 40 agirkuj, 10 wesayîtên agirkujiyê, û 3 tankerên avê yên DÎSKÎ û Serokatiya Beşa Park û Baxçeyan, mudaxele li agir hat kirin. Bi mudaxele û hewldana tîmên agirkujiyê, agir berî ku mezin bibe hat temirandin û pêşî li windabûna canan hat girtin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê Reşat Bakan û Serokê Beşa Agirkujiyê Metin Alar jî li ser îxbarê çûn cihê şewatê û piştgirî dan tîmên agirkujiyê.

 

Image Gallery