Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokwekîlê Meclîsê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê ku piştî krîza dil emeliyat bû û rakirin beşa lênêrîna giran, ziyaret kir.
Tedawiya Serokwekîlê Meclîsê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ê ku krîza dil derbas kir, piştî emeliyata 12 saetan, di beşa lênêrîna giran de ket roja xwe ya çaran. Hat diyarkirin ku xetera jiyana Onder berdewam dike, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn, Onder ê ku li Nexweşxaneya Florence Nightingale di beşa lênêrîna giran de tê ragirtin, ziyaret kir.
Hevşaredarên ku li nexweşxaneyê bi parlamenterên DEM Partiyê û endamên malbatê re hevdîtin kirin, der barê rewşa tenduristiya Onder de agahî girtin û hêviyên başbûn û silametiyê jê re xwestin.
Â